Çalakgera rojiya mirinê: Em bi baweriyê xwe xwedî dikin 2019-05-16 09:10:18 STENBOL - Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê pirsên rojnamevana girtî Meltem Oktay bersivandin, bilêv kir ku ew tenê bi avê û baweriyê xwe xwedî dikin û got: "Berxwedan, ne destûrgirtina ji kesên te tune dike; li hemberî wan tîksekinandin mirov e."  Li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê Ardil Çeşme ku 25 sal in girtiya di 30'yê Nîsanê de çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê veguherand rojiya mirinê. Rojnamevan Meltem Oktay ku ew û Çeşme di heman qawîşê de ne, der barê tecrîd, grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de bi Çeşmeyê re sohbet kir.    Tu dikarî hinekî behsa xwe bikî?   Ez di sala 1973'an de li Navçeya Lice ya Amedê ji dayik bûm. Di sala 1975’an de piştî erdheja Lice me koçî Amedê kir. Ez bi tilîliyen li Amedê, qedexe û berxwedanên li Amedê, dewlemed û xizaniyên li Amedê fêrî jiyanê bûm. Ez bi berxwedan, xizanî, dewlemendî û qedexeyên Amedê hînî jiyanê bûm. Di darbeya 80'yî de min dest bi dibistanê kir. Zarokatiya min di şert û mercên wisa de şikil girt. Em hînî hînbûyînê bûn. Ne mimkun bû ku em hay ji zindana Amedê tune bin. Di sala 1986'an de min çalakiyên greva birçîbûnê yên li derve dîtin. Min dayik, xwişk û birayên li ber xwe didan dîtin. Nayê bîra min min kengî partî nas kir. Tu dibê qey tim hebû. Lê di sala 1993'yan de tev lê bûm. Di 94'an de hatim girtin. Bi cezayê îdamê hatim darizandin, lê cezayê muebetê li min hat birîn. Di dîrokê de ne bawerim tu jin bi qasî me di zindana de mabin. Em hem dibin şahidê dîrokê hem jî rê li ber dîrokê dixin.     Hema bêje bi qasî nîv salê ye zarokên gelekî di greva birçîbûnê de ne û ev li cîhanê berbelav bû. Lê ji ber ji bo daxwazan gavin nehatin avêtin pêvajo ber bi asteke din ve çû. We dest bi rojiya mirinê kir. Tu dikarî careke din daxwaza xwe bilêv bikî?    Ji Mijdara 2018'an ve grev didome. Daxwaza grevê çi be ya rojiya mirinê jî ew e. Tecrîda mutleq, ne tecrîdeke ji rêzê ye, ev tecrîd û NATO û dewletên girêdayî wê naxwazin modela Neteway Demokratîk, Konfederala Demokratîk a Birêz Ocalan pêk bê.Çimkî ev pergal li Rojavayê pêk hat. Tevî hemû êrîşên wan jî pêk hat û berbelav dibe. Li vira gel bi hev re şer nakin. Li cihekî şer lê tune be kedxwarî û çewisandin tune ye. Di vê pergalê de cihê hebûna dewletên kapîtalîst tune ye. Pirsgirêk ev e. Bi mayîndekirina tecrîdê dixwazin di ser Tirkiyeyê re pergala Rojava tune bikin. Wexta emd ibêjin bila tecrîd bi dawî bibe, em baweriya xwe bi jiyana ku gel bi awayekî azad bijîn, kes penaber nebe, kes neyê tacizkirin, tiştek bi zarokan neyê, heywan neyên jehrîkirin, santralên nukllerî xwezayê jehrî nekin... Loma wexta em tecrîdê bişikînin em ê li ser vê pergalê hûr bibin. Dewlet bi polîtîkaya înkar û îmhayê ya li ser gelê kurd gelên Tirkiyeyê xistiye rewşeke pir xirab. Bi perê ji bo şer tê razandin, bi budeçya wê ya rojekê bajarek dikare têr bixwe. Ji bo vê dibê tecrîd bê şikandin. Wexta tecrîd bê rûxandin wê aştî bê vî welatî. Ji bo mafê jiyanê em ketin rojiya mirinê. Daxwaza me pir zelal e, divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin.    Em di sedsala 21'ê de ne û mirov di rojiya mirinê de ne. Hîn jî mirovên guhnedêr hene. Ez wek rojnamevanekê di nav we de me û dibînim ku hûn çi qasî bi cidî nêz dibin. Tu dixwazî ji bo kesên guhnedêr çi bibêjî, ji bo tev bigerin?    Di sedsala 21'ê de mirovahî dîmenên qula reş parve dikin, lê em li dijî înkarkirina gelekî, ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ketine rojiya mirinê. Ne ku kesên guhnedêr hay ji vê tune ne, bila kes xw emexapîne. Dizanin û xwe li bêdengiyê datînin. Dibin hevkarê vê cinayeta li ser kurdan. Ên bêdeng dimînin ev in. Ên tên bêdengkirin jî ev in. Gelo kesên hebûna kurdan a xwe dispêre bi ehzaran salan dikarin xwe bigihînin raza qula reş? Niha ev dîmen hatine parvekirin û êdî nikarin vê rastiyê veşêrin. Loma mecbûr dimînin qebûl dikin. Bangawaziya me ew e ku em bi hev re bijîn.    Rojiya mirin, dibe ku bibe cihê encamên pir cidî. Herî dawî di 1982'yan de li Girtîgeha Amedê rojiya mirinê pêk hat. Em ji dîrokê lê hay dibin ku zilma wê çaxê zilmeke çawa ye. Divê ji niha û pê ve çi bê kirin?    Dibe ku di vê çalakiyê de mirin rû bide. Em hay ji vê hene û me dest pê kir. Pêvajoyeke pir zehmet e. Lê mesele ne ev e, mesele wijdanê civakiyî yê mirovahiyê ye, hişyarbûna hiş e. Kesên xwe li bêdengiyêd atînin, ji civakbûyînê dûr ketine, ji mirovbûnê ketine. Em li kuderê dibin bila bibin, kesên niha nabin dengê vê çalakiyê di tenêtiya xwe de har bûne. Ji bo em mirovahiyê ji harbûnê xelas bikin û bigihînin jiyanê û wateyê li jiyanê bar bikin ketin vê çalakiyê. Çimkî cîhaneke bêyî kurdan dê veguhere cîhaneke bêhafize. Em ê bi ser bikevin. Kesên bawer dikin em ê bi ser bikevin û ji bo kenînê soz didin dikarin xwe bigihînin me û em demê ji wan re jî dihêlin. Eger ew werin em ê nemirin, lê wexta neyên em ê bi awayekî fizîkî bimirin. Em tenê xwe bi av û baweriyê xwedî dikin. Lê dizanim, ew ê werin.    25 sal in girtiyî. Li pêş te pêvajoyeke pir cidî heye. Di vî 25 salî de xeyala te ya herî mezin çî ye?    25 sal in di zindanê de me, tu dibê qey henek e, lê rast e. Niha em di çalakiyekê de ne. Du encam hene; 5 sal şûnde cezayê min diqede. Wê rojê ez ê li vira bim an na, nizanim. Ez ji wan hevrêyên ku bi salan e em bi hev re dimeşin û didin pêyî heman xeyalê, tenê yek jê me. Dixwazim li welatê xwe bi awayekî azad, bi her kesên dixwazin bimere bijîn, bi Serok re, bi gelê xwe re bijîm û ji jiyaneke ji goristan û girtîgehan safî.    Tu dikarî şert û mercên girtîgehê yên piştî grevê bikî?    Li zindanan şert û merc giran dibin. Personelên li girtîgehan endamên AKP-MHP'ê ne û tim li pêyî provakasyona ne. Destê wan vekiriye û ji bo em bimirin dua dikin. Kesên ji bo mirina me destê wan vekirîne, ji bo kuştinê nasekinin. Yanî tu ferqa wê ji derve tune ye. A ku me eleqedar dike, tişta em dikin. Em bi berxwedanê jiyan û em niha dijîn. Berxwedan, ne destûrgirtina ji kesên te tune dike; li hemberî wan tîksekinandin mirov e. Divê mirov wêrek be ku hay ji weziyeta wan hebe. Ji bo dîtina ketina wan divê mirov wêrek be. Ji bo berxwedanê wêrekî divê.    Herî dawî tu dixwazî çi bibêjî?    Di sala 1982'yan de Kemal, Hayrî, Alî û Akîf gotibûn ew deyndarê vî gelî ne û ji bo vî deynî bidin, bi qasî di oxira wê de bijîn ji jiyanê hez dikin. Em jî dibêjin, hîn jî em dikarin li ber xwe bidin û hêza me ya berxwedanê heye. Li ber xwe bidin da hûn bi ser bikevin.