'Deklarasyona Ocalan, perspektîfa wekheviya gelan e' 2019-05-16 09:08:00 STENBOL - Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku Ocalan di tevahiya pêvajoyên hevdîtinê de, gelên bindest muaxatab girtiye. Çîçek ji bo peyama Ocalan jî got: "Perspektîfa demokrasiya xwecihî, neteweya demokratîk, biratiya gelan û wekheviyê ye."  Piştî 8 salan cara ewil parêzer di 2'yê Gulanê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin çêkirin. Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, hevdîtina bi Ocalan re û peyama Ocalan nirxand.  Çîçek, destnîşan kir ku Ocalan di tevahiya pêvajoyên hevdîtinê de wekî muaxatab gelên bindest esas girtiye. Çîçek, bilêv kir ku Ocalan hem di warê fikrî hem jî di warê pratîkê de pêşengê têkoşîna şoreşger a demokratîk a cîhanê ye. Çîçek, diyar kir ku Ocalan li Tirkiyeyê bi fikriyata HDP û HDK'ê kiriye ku têkoşîna demokrasiyê bêhnê bistîne û got: "Wexta mirov ji vê hêlê esas bigire, a rast muxatabê sereke yê paradîgmaya Ocalan gelên Tirkiyeyê ne. Xwediyên îktîdarê tu carî nebûne muxatabê wê. Birêz Ocalan ji bin ve mudaxile dike, vediguherîne û li jorê jî muzakereyê dike. Loma Birêz Ocalan di vê daxuyaniya xwe de pêngaveke siyasî kiriye. Li bendê ye ku gel, bindest û derdorên demokrasîxwaz û azadîxwaz bersiva vê deklarasyona 7 xalî bidin. Çimkî tesîra wê ya li ser gelan wê Birêz Ocalan xurtir bike. Yanî mantiqa vê metna ku 'ne metna mutabaqatê ne jî ya muzakereyê ye' ev e." Çîçek, destnîşan kir ku metna Ocalan û her sê girtiyên din ji bo têkoşîna demokratîk a gelên Tirkiyeyê bangawazî û nexşerêyek e.    ‘BIL ATU KES AQIL NEDE KURDAN'    Çîçek, bal kişand ser roja parvekirina peyama û Ocalan û betalkirina hilbijartina Stenbolê jî û got: "Ev yek careke din wê lîstika klasîk tîne bîra me. Çi bû? Ji bo pirsgirêka kurd atmsoferekê biafirîne, wekî ku li Îmraliyê muzakereyek û mutabaqatek heye tev bigere û bi vî awayî serê gelê kurd tevlihev bike. AKP, dixwaze bi vî awayî serê eniya demokrasiyê  tev li hev bike." Çîçek, destnîşan kir ku YSK bi betalkirina hilbijartina Stenbolê, bûye suxrekarê AKP-MHP'ê û got: "Di ser vê eyrakirna demê ya AKP'ê re, testkirina nêzîkatiya stratejîk a kurdaan û berxwedana demokratîk, a rast standarda hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî nîşan dide. Lê 40 sal in gelê kurd zêde zêde polîtîk bûye. Piştî vê saetê bila kes aqil nede kurdan, hişê xwe bidins erê xwe."    ‘PERSPEKTÎFEKE MUAZZAM'    Çîçek, destnîşan kir ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bûye bela serê hemû gelên Tirkiyeyê û got: "Ji bo xwedîderketina li çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û bilêvkirina wê ne hewce ye mirov kurd be. Ji roja avakirina komarê heta niha ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Divê êdî bi pîvanên demokratîk bê çareserkirin. Perspektîfa sereke ya Birêz Ocalan jî ev e. Bala we bikişînim, di daxuyaniya Birêz Ocalan de tiştekî rojane tune ye. Ji bo çareserkirinê perspektîfeke muazzam heye ku Rojhilat Navîn û Sûriyeyê jî di xwe de dihebîne. Kesên ji bo vê we li nedîtinê û guhnedêriyê datînin, dijminên herî mezin ên gelên Tirkiyeyê ne."    ‘JI BO GELÊN TIRKIYEYÊ BANGAWAZÎ YE'    Çîçek, destnîşan kir ku nexasim ew bang li kesên dibêjin em sosyalîst, şoreşger û muxalifin dikin û got: "Piştî salan mirovekî ku mafê wî yê gotinê hatiye binpêkirin, em nizanin çawa dijî û rewşa tenduristiya wî çawa ye deklarasoyonekê bi raya giştî ya Tirkiyeyê re parve dike, lê belê di ser vê deklarasoyan wî re spekulasyonên tên kirin tê wateya babiheakirina çareseriya demokratîk. Divê her kes hay ji vê nirxî hebe. Eger dengê vî nirxî bê tepisandin, eger vîna vî nirxî bê şikandin wê li Tirkiyeyê eniya demokrasiyê têkbişikê. Loma tevgera kitanspiyan tevgera demokrasiyê ya Tirkiyeyê ye. Tevgera azadiyê ya Tirkiyeyê ye. Kesên dibêjin em demokratin divê li ber vê bêwijdanîbûnê xwe li guhnedêriyê daneyne. Ji lewre banagwaziya di deklarasyona Birêz Ocalan de, bangawaziya ji bo gel û geln bindest ên Tirkiyeyê ye. Tenê ne li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî perpektîfa Birêz Ocalan, perspektîfa demokrasiya xwecihî, neteweya demokratîk, biratiya gelan û wekheviyê ye. Li dijî kesên xizaniyê, nelirêtiyê û şer ferz dikin bangawaziya demokrasî, azadî û wekheviyê ye."    MA/ Ferhat Çelik