Li 13 parêzerên bal kişandin ser çalakiyên greva birçîbûnê lêpirsîn vekirin 2019-05-16 09:06:56 MÊRSÎN - Li 13 parêzerên OHD'î yên li ber Edliyeya Mêrsînê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xistin lêpirsîn vekirin.    Di 9'ê Nîsanê de parêzerên endamê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê li ber Edliyeya Mêrsînê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê der barê parêzerên tev li çalakiyên bûn de lêpirsîn da destpêkirin.    Dozgeriyê der barê parêzer Mehmet Altuntaş, Emrullah Şam, Mehdi Zana Akkaya, İbrahim Cinbaş, Selçuk Binici, Hoşyar Sariyildiz, Ozgur Çaglar, Ali Bozan, Filiz Soylu Bozan, Sebahat Gençtarih, Çigdem Altuntaş Bayhan, Halil Gungor û Riza Oguz de bi îdiaya "Muxalefeta Li Dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandana" û "Astengkirina fealiyetên saziyên cemaweriyê an jî saziyên pîşeyî yên di wesfa saziyên cemaweriyê " de lêpirsîn da destpêkirin.