ROJEVA 16'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-16 09:00:19 * Şûraya Dewletê, di doza Ceylan Onkol de biryara ji bo dayîna tazmînatê xera kir.  * Der barê 13 parêzerên OHD'î yên li ber Edliyeya Mêrsînê ji bo balê bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xistin de lêpirsîn hat destpêkirin.    * Bûrhan Işik ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ye, diyar kir ku ji bo jiyanê di vê têkoşînê de cih girtine û got: "Heta tecrîd bi dawî nebe wê têkoşîna me berdewam be."    * Yek ji parêzerên Ocalan Parlementera HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku tu hêleke qanûnî ya astengkirina hevdîtina parêzeran nemaye û ji bo hevdîtina di 2'yê Gulanê de jî got: "Destkeftiya berxwedana ku 3 demsal in didome."    * Hevserokê HDP'a Stenbolê Cengîz Çîçek, destnîşan kir ku Ocalan di tevahiya pêvajoyên hevdîtinê de wekî muaxatab gelên bindest esas girtiye û ji bo peyama Ocalan jî got: "Perspektîfa demokrasiya xwecihî, neteweya demokratîk, biratiya gelan û wekheviyê ye."    * Li Geverê Velî Cîndal û Umît Macît ku cînarên hev bûn di zarokatiya xwe de hatin îşkencekirin û girtin, tu carî li ber zext û zoriyan bi paş ve gav neavêtin. Cîndal di 15 saliya xwe de û Macît jî di 17 saliya xwe de hat girtin. Niha her du heval li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne.    * Parlementera HDP'ê Semra Guzel, got: "Girtî, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê. Jixwe dema di greva birçîbûnê de bûn di asteke krîtîk de bûn. Rojiya mirinê, tê wateya lezbûna pêvajoyê. Demildest divê ev pirsgirêk bê çareserkirin û gav bên avêtin. A divê bê kirin, bidawîbûna tecrîdê ye."    * Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Jina ya Gebzeyê pirsên rojnamevana girtî Meltem Oktay bersivandin, bilêv kir ku ew tenê bi avê û baweriyê xwe xwedî dikin û got: "Berxwedan, ne destûrgirtina ji kesên te tune dike; li hemberî wan tîksekinandin mirov e."    * Danişina doza xebatkarên Rojnameya Ozgur Gundemê Huseyin Aykol, Zana Kaya, Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatip Dicle wê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * SES, wê têkildarî guhertina qanûnên der barê pergala mulakatê de li Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.00)   * Hevseroka Gişti ya ÎHD'ê Eren Keskin  û rêxistinên jinan wê têkildarî polîs E.U. yê di serdema qeyûm de dest dirêjî kir u tev li şebekeya fihûşê bûbû li pêş Edliyeya Mêrdîne daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Malbat û dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne wê li Edene, Mêrsîn, Amed, Stenbol, Gebze, Riha, Wêranşar, Lice, Nisebînû gelek cihên din çalakiyên xwe yên nobetê berdewam  bikin. (12.30-14.00)   * Jin Bi Hevre Bi Hêzin, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya dayikên ku ji bo daxwazên zarokên xwe dadikevin kolanan û rastû mudaxaleya polîsan tên, wê bi dirûşmeya "#JiBoJiyanaLaçikaSpî"  dakevin qada Şişhane û êrîşa polîsan şermezar bikin. (19.00)