Dayikan piştî têkoşîna 5 saetan barîkat şikandin 2019-05-15 18:26:24   AMED - Dayikên ku ji 1'ê Gulanê de her roj bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de kom dibin, tevî hemû astengiyên polîsan dîsa kom bûn û meşiyan. Dayikên ku di ketina Parka Koşuyolu de kom bûn polîsan ew dorpêç kirin û destûr nedan bimeşin. Dayikan piştî têkoşîna 5 saetan barîkata polîsan şikandin û meşiyan. Dayik li Mêrsîn û Edene jî kom bûn û xwestin tecrîd bi dawî bibe.    Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe, ji 1'ê Gulanê de her roj dimeşin Parka Koşuyolu ya Amedê û ji wir jî demeşin TUAY-DER'ê. Dayik 15’ rojin tevî hemû astengiyan li Parka Koşuyolu ya Rezan kom dibin û daxwazên xwe tînin ziman. Dayik îro jî li pêş Aşê Gurbuz ê tenişta Parkê kom bûn û xwestin bimeşin. Dayikên ku li tenişta aş kom bûn, piştî astengiya polîsan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, Remziye Tosun, Musa Farisogullari û Semra Guzel  piştgirî  dan dayikan. Dayikan di çalakiyê de be navber dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", “Leyla Guven rûmeta me ye", “Ji hevrêyên li zindanê li ber xwe didin re hezar slav" û “Heq û hiqûq wê ji zindanê bên." berz kirin. Dayikan di çalakiyê de strana "Zindana Diyarbekir emê bişkînin" strîn.    ROJNAMEGER DÛR XISTIN   Di çalakiyê de polîsan rojnameger ji qadê dûr xistin û destûr nedan ku rojnaemger çalakiyê bikişînin. disa destûr nedan ku dayik bimeşin parka Koşuyolu û dayik asteng kirin. Dema rojnamegeran xwestin dorpêça polîsan bikişinin, polîsan rojnameger asteng kirin. Parlamentera HDP'ê  Saliha Aydeniz, li ser vê yekê kamerayên rojnamegeran ji destê wan girt û bi xwe dîmenên çalakiyê kişandin. Piştre dayikan îşareta serkeftinê bilind kirin û bertek nîşanî polîsan dan. Dayik piştî saetekê rûniştin xwestin bimeşin avahiya TUAY-DER’ê. Polîsan xwest dayikan li otobusê suyar bikin û ji qadê dûr bixin. Dayikan bertek nîşanî polîsan dan û li otobusê suyar nebûn. Dayikan piştî 5 saetan li ber xwe dan, dorpêç şikandin û bi dirûşme û tîlîlîyan  meşiyan şaxa TUAY-DER'ê ya Amedê. Dayik piştî çûn TUAY-DER'ê dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.    EDENE   Dayik û xizmên girtiyan bi heman armancê li Pêş Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê çalakî li dar xistin. Dayik û xizmên girtiyan bi tevlêbûna parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari, endam û rêveberên HDP, DBP, HDK û Çukurova TUAYDER'ê li pêş Girtîgeha Seyhanê kom bûn û çalakî li dar xistin. Polîs bi maşîneyên zirxî li pêş girtîgehê kom bûn û destûr nedan ku malbat li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan bi gotina "Emê mudaxale bikin" gef li malbatan xwarin. Parlamentera HDP’ê Hatimogullari bertek nîşani polîsan da û xwest rê vekin. Lê polîsan rê venekir. Dayikan jî gotin “Em dayik in. Kezeba me dişewite. Dengê me bibhîzin. Tecridê rakin" û bertek nîşanî helwesta polîsan dan. Dayikan li vir li hemberî dorpêça polîsaen dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” berz kirin. Dema malbatan dawî li çalakiyê anîn polîsan li nasameyên malbatan nerî.    MÊRSÎN    Li Mêrsînê jî bi heman armancê dayik û malbat li Parka Bariş a Akdeniza Mêrsîne kom bûn û çalakî li dar xistin. Dayik û malbat li gel endam û rêveberên HDP û DBP'ê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Malbatan di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindana” berz kirin. Piştî çalakiya rûniştinê polîsan nasnameyên dayik û malbatan di GBT'ê re derbas kirin. Malbatan piştî demekê dawî li çalakiyê anîn.