Li gel astengiyan jî malbatan nêzî Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn 2019-05-15 17:15:39 STENBOL – Malbatên girtiyan ku xwestin li ber derê Girtîgeha Gebzeyê çalakiya nobetê li dar bixin, ji aliyê polisan ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê malbatan li cihê ku hatin astengkirin çalakiya rûniştinê pêk anîn.  Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê, di ji 9’ê Nîsanê de li ber derê Girtîgeha Gebzeyê dest pê kir, didome. Malbatên ku li avahiya HDP’ê ya Gebzeyê li hev kom bûn, ji vir derbasî ber derê girtîgehê bûn. Parlamentera Wanê ya HDP’ê Mûazzez Orhan jî bi dayikan çû ber derê girtîgehê. Malbat berî ku bigihîjin ber derê girtîgehê ji aliyê polisan ve hatin rawestandin û bi hinceta biryara walîtîya ya qedexekirinê hatin astengkirin. Li ser vê yekê malbatan li cihê ku hatin rawestandin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    ‘HÛN JI ÇALAKIYAN DITIRSIN’   Polisan nasnameyên kesên ku tevlî çalakiya rûniştibûnê bûn ji wan stand û di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kir. Parlamenter Orhan bertek nîşanî vê pêkanîna polisan da û ev tişt got: “Berhevkirina nasnameyan dê çi biguherîne. Ev ne çareserî ye.” Malbatên ku çalakiya xwe domandin jî bi van gotinan bertek nîşanî polisan da: “Du rojên dayik li Meclisê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Lê hûn ji çalakiya ku li vir tê lidarxistin, ditirsin. Qê hûn ji hestên dayikan fêm nakin?” Li ser vê bertekê polisan ji dayikan re got ku heke çalakiya xwe bidomînin dê wan binçav bikin.    Malbatan, piştî çalakiya xwe rûniştinê ji hev belav bûn.