OHD: Li Girtîgeha Kandira lêgerînên keyfîn hene 2019-05-15 16:31:11 STENBOL - Parêzerên endamên OHD’ê, diyar kirin ku li Girtîgeha Kandira, gardiyenan li qawîşên muwekîlên wan lêgerîna keyfî kirine û dest danîne ser amûrên wan ê agahî girtinê.    Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), daxuyaniyek dan û diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandira, gardiyenan li qawîşên muwekîlên wan lêgerîna keyfî kirine û dest danîne ser amûrên wan ên ragihandinê.    ‘LÊGERÎNEK KEYFÎ’   OHD’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Îro li Girtîgeha F-1 a Kandira, gardiyenan bi ser 3 odeyan de girtin. Di van odeyan de muwekîlên me yên di rojiya mirinê de jî hene. Gardiyenan di lêgerînê de dest danîne ser radyo, name û nişeyên girtiyan. Li gorî agahiyên muwekîlên me, rayedarên girtîgehê dixwazin pêwendiya bi girtiyan qut bikin û agahî girtina wan asteng bikin. Ev lêgerîn bi awayekê keyfî hatiye kirin.”   ‘EM Ê SERLÊDANA HIQÛQÎ BIKIN’   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Emê derbarê mijarê de serlêdanên hiqûqî bikin. Bi pêkanînên keyfî, nikarin agahî girtina muwekîlên me asteng bikin.”