Xizmên girtiyan li Mêrdîn bang kirin: Êdî bes e 2019-05-15 16:17:40 MÊRDÎN – Parlanmenterê HDP'ê yê Mêrdinê li gel xizmên girtiyan li pêş Girtîgeha Mêrdînê bang li rayedaran kir û got: “Ji bê hiqûqî, dijdemokratîkbûn û tecrîdêre Êdî Bes e. Bila tecrîd bi dawî bibe. Bila mafên mirovan, demokrasî û hiqûq serdest be. Bila mirov jiyana xwe ji dest nedin.  Endam û rêveberên HDP, DBP, Meclîsa Dayikan û xizmên girtiyan, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya greva bircîbûnê û balê bikişînin ser daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Di çalakiyê de parlamenterên HDP'ê Ebru Gunay û Tuma Çelîk jî amade bûn. Girseya ku li tenişta Îstasyona petrolê kom bûn heta girtîgehê meşiyan. Polîsan dîsa bi TOMA û maşîneyên zirxî tedbîrên mezin stendin. Polîsên ku bi maşineyên zêde hatin qadê destûr nedan ku girse bimeşe pêş girtîgehê. Girseya ku li pêş Mala Jiyana Civakî ya li pêş girtîgehê kom bûn, bi xizmên girtiyan re hatin cem hev. Parlamenteran li vir agahî ji xizmên girtiyan stendin û li pêş Avahiya Mala Jiyana Civakî daxuyanî dan.    TIRKIYE DI BIN TECRÎDÊ DE YE   Li vir parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, diyar kir ku zêdeyî 150 rojin li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê berdewam dike û wiha got: "Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Tecrîd ne tenê li Îmraliyê li diji Ocalan heye. Hemû gelên li Tirkiye dijîn di bin tecridê de ne. Hemû nasname û bawerî di bin tecrîdê de ne. Ji bo ev tecrîd bişkê, ji bo li Tirkiye hiqûq, edalet û mafên mirovan serdest bibe, îro bi hezaran girtî li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Em dibêjin êdî bes e. Êdî saet û deqîqe ji bo girtian pir girîng e. Îro hemû grevên birçîbûnê u rojiya mirinê tenê ji bo armancekê ye. Ew jî dixwazin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Divê hemû rayedarên Tirkiye vê rastiyê bibînin. Ev daxwaz li gorî hiqûq, zagonan in. Ev daxwaz rewa û mirovî ne. Ev daxwazên ku em dixwazin li gorî zagonên Komara Tirkiye ne. Divê mafên mirovan bê kêmasî ji bo hemû welatiyan bê parastin û têxin meriyetê.  Em dibêjin êdî bes e. Ji bêhiqûqî û dijdemokratîkbûnê re êdî bes e. Ji tecrîdê re êdî bes e. Divê demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Divê li gorî mafên mirovan, demokrasî û zagon serdest bin. Bila mirov nemirin û tu can winda nebin."    Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindana” bi dawî bû.