‘Em meqamên berpirsyar vedixwînin çareseriyê’ 2019-05-15 15:13:10 ÊLIH – Odeya Tabîban a Êlihê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê daxuyaniyek da û meqamên berpirsyar vexwend çareseriyê.   Odeya Tabîban a Êlihê (BTO) têkildarî rewşa tenduristiyê û daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de daxuyaniyek da çapameniyê.  Di daxuyaniyê de hejmara çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin: “Mixabin di rojiya mirinê de ku gef li tenduristî û jiyanê dixwe, pêvajoy zûtir ber bi nebaşiyê ve diçe. Çi heyf heta îro agahiyên bes û zelal têkildarî rewşa tenduristiyê ya girtiyên di greva birçîbûnê de nayên bidestxistin. Malbat û parêzerên wan têkildarî rewşa agahiyên bi sînor parve dikin. Li gel agahiyên ne zelal jî rûxîneriya laşî û fizîkî ku birçîbûnê derxistiye holê, tê zanîn.”   Di berdewama daxuyaniyê de avakirina komîsyonên şopandinê yên ku ji branşên pispor yên TTB Û Odeyên Tabîban pêk bên hat bibîrxistin û ev bang hat kirin: “Em meqamên berpirsyar bi awayekî ku kartêkê li aştiyê bike, vedixwînin çareseriyeke demokratîk.”