Xizmên girtiyan: Girtiyan teşwîkî cînayetê dikin 2017-11-16 12:53:12 KOCAELÎ - Bijîşk têkildarî nexweşiya girtiyê 67 salî Huseyin Guloglu destnîşan dikin ku pêwiste dermankirina kemoterapî bidomîne. Lê rayedarên leşkerî jî dixwazin wan bi zorê bibin girtîgehê. Kurê Huseyîn Guloglu Ayhan Guloglu, diyar kir ku şandina bavê wî ya girtîgehê teşwîkkirina cînayetê ye.  Huseyin Guloglu (67), yê di sala 2009'an de li Edeneyê di serdegirtina malê de hat binçavkirin û bi îdîaya "Endamtiya KCK'ê" hat girtin, 11 sal cezayê girtîgehê lê birîn û şandin Girtîgeha tîpa M a Ceyhanê. Guloglu, li girtîgehê bi pençeşêra kezebê ket. Guloglu, piştî nexweş ket şandin Girtîgeha Afyonê û piştre şandin Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira ya Kocaeliyê. Guloglu ku dermankirina wî hat taloqkirin, heri dawî şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê. Guloglu, 8 rojin di koma de  tê dermankirin. Bijişk destnîşan dikin ku pêwiste Guloglu dermankirina xwe berdewam bike. Her çend bijîşk destnişan dikin ku pêwiste Guloglu sewqî Nexweşxaneya Dewletêya SEKA ya Kocaelî bikin jî rayedarên girtigehê û leşkerî israra "Em dê nexweş bibin girtîgehê" dikin.    Malbata Guloglu bang li Wezîrê Dadê û Wezîrê Tenduristiyê kirin û xwest Guloglu serbest bê berdan.    'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHA DESTÛR NADE DERMANKIRINÊ'   Kurê Guloglu, Ayhan Guloglu, xwest bavê wî bê berdan û wiha got: "Bavê min 67 salî ye. Li ser gilî hat binçavkirin û hat girtin. Li ser îfadeyê kesekî ku bi zorê axivîye îdîaname hatiye amadekirin. Divê bavê min bê navber bê dermankirin. Bavê min 5 mehan li nexweşxaneyan bi sedema 'Cih tune' geriya û nehad dermankirin. Heri dawî ji Serokomar û Wezareta Dadê re name şand. Bave min rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê. Bavê min 8 rojin di koma de ye. Lê niha rayedarên girtîgehê û rayedarên leşkerî zorê li bavê min dikin ku wî bişînin girtîgehê. Rayedarên nexweşxaneyê dixwazin ku dermankirina wî heta 10 rojên din bidome. Lê bi zorê bavê min dişînin nexweşxaneyê. Girtiyên nexweş sewqî cînayetê dikin. Em her dem ji Wezareta Tenduristiyê re name dişînin lê encam nagire.    BANG LI WEZARETA TENDURISTÎ Û DADÊ KIRIN   Guloglu, heri dawi bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê kir û xwest bavê wî di nava şert û mercên bi tenduristî de bê dermankirin û wesaret bi hestiyar tev bigere. "