Polîsan HDP’iyên esnaf ziyaret dikirin binçav kirin 2019-05-15 14:14:32   AMED – Li navçeya Yenişehîrê polîsan Hevserokê HDP'a Yenîşehîrê Vahap Gunay û 3 endamên ku li gel wî esnaf ziyaret dirikin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.    Hevserokê rêxistina HDP'ê ya Navçeya Yenîşehir a Amedê Vahap Gunay û endamên HDP'ê Diyadîn Noyan, Şaban Turhan û Abdo Oner dema li navçeya Ofîsê esnaf ziyaret dikirin polisan ew rawestandin û binçavkirin. Polîsan bi hinceta der barê wan de îxbar heye 4 HDP'î binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Parêzeran diyar kirin ku der barê 4 HDP’iyan de biryara binçavkirina 4 rojan heye.