Walîtiya Bedlîsê li 14 gundan derketina derve qedexe kir 2019-05-15 13:16:04   BEDLÎS – Walîtiya Bedlîs diyar kir ku li 14 gund û mezrayên Bedlîsê 5 rojan derketina derve qedexe kiriye.    Walîtiya Bedlîs daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku li 14 gund û mezrayên girêdayî navenda Bedlîsê bi armanca operasyonên leşkerî qedexeya derketina derve îlan kiriye. Walîtiyê di daxuyaniyê de ragihandin ku dê qedexe ji îro heta roja duşemê 5 rojan bidome.    Nav gund û mezrayên ku hatine qedexekirin wiha ne; Sarikonak, Abacilar, Harmanyerî, Esenbûrûn, Gulluce, Aşagi Çoban Sûyû, Çoban Sûyû, Akgun, Kûtlû, Kinali, Uçankûş, Dîkme, Aşagi Dîkme, Yûkari Dîkme