Dayikan şeva xwe li Meclîsê derbas kirin 2019-05-15 10:46:34 ENQERE - Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de, ji duh ve li Meclîsê di çalakiyê dene û xwestin hevdîtinê bi Wezareta Dadê re bikin, şeva xwe li Meclîsê derbas kirin. Dayikên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûn û riya mirinê dene, yên ji bo zarokên xwe xwestin hevdîtinê bi Wezareta Dadê re bikin, şeva xwe li Meclîsê derbas kirin. Dayikên li Meclîsê çalakiya rûniştinê pêk anîn, piştî hevdîtin bi Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop re kirin, dawî li çalakiya xwe anîbûn.     Şentop ji dayikan re gotibû ku ewê daxwaza wan ji Wezareta Dadê re ragihîne û şopdarê vê mijarê be. Lê dayik ji Meclîsê derneketin û şeva xwe li salona civîna koma HDP'ê derbas kirin. Dayikan heya derengiya şevê sohbet kirin, stranên Kurdî gotin û paşîva xwe ji li Meclîsê kirin.   Dayikên dixwazin, daxwazên zarokên wan ên di greva birçîbûnê de pêk werin, çalakiya wan a li Meclîsê dewam dike. Dayik dê bi Hevseroka Giştîya HDP'Ê Pervîn Buldan re saet 13.30'an de civîna çapemeniyê li dar bixin.