‘Deng derxînin ku tabût ji girtîgehan dernekevin’ 2019-05-15 10:32:20   EDENE - Ahmet Nas ê 76 rojin li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê deye, di hevdîtina bi malbatê re kir de, wiha got: “Ger hûn ji bo vê berxwedana me dengê xwe bilind bikin û daxwazên me bên qebûlkirin, dê ji girtîgehan tabût dernekevin. Lê ger hûn deng dernexin dê tabût ji girtîgehan derkevin.”   Hat diyar kirin ku rewşa tenduristiya girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Tarsûsê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, xerab bûye. Ahmet Nas ê ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye, di  14’ê Gulanê de hevdîtin bi xwişka xwe Hulya Goktaş re kir û derbarê rewşa xwe de agahî dan.    ‘DENGÊ XWE BILIND BIKIN KU MIRIN PÊK NEYIN’   Ahmet Nas di hevdîtina xwişka xwe Goktaş de wiha got: “Bi zorê di axivim. Ez we şîlo dibînim. Ez û hevalên min Sûat, Mahmût û Abdulselam xwîn vedirêşin. Em bi zorê li ser piyan disekinin. Rojê em tenê 2 saetan radizin. Canê me hêdî hêdî dirize. Ger hûn ji bo vê berxwedana me dengê xwe bilind bikin û daxwazên me bên qebûlkirin, dê ji girtîgehan tabût dernekevin. Lê ger hûn deng dernexin dê tabût ji girtîgehan derkevin. Ger hûn naxwazin zarokên we bimirin, dengê xwe bilind bikin. Em bang li hemû kesan dikin ku dengê xwe bilind bikin.”   ‘EM NAXWAZIN JI GIRTÎGEHAN TABÛT DERKEVIN’   Xwişka Nas Hulya Goktaş, derbarê hevdîtina bi birayê xwe re kir de wiha got: “Zêde nekarî bi me re bi axive. Rewş girtiyan xirab bû. Bi zorê li ser lingan bûn. Pir kîlo dabûn. Birayê min 20 kîlo dane. Di çalakiya xwe de bi biryar bûn. Ji me re got ‘Ger hûn naxwazin em bimirin, divê hûn dengê xwe derxînin.’ Em naxwazin ji girtîgehan tabût derkevin. Divê rayedar berî ku mirin pêk werin, demildest daxwazên girtiyan qebûl bikin.”