Rapora Girtîgeha Şirnexê: Rewşa koma destpêkê xerab dibe 2019-05-15 10:10:13   ŞIRNEX - Di rapora ku ji aliyê ÎHD, TÎHV, ŞTB û SES’ê ve têkildarî Girtîgeha Şırnexê ku 22 girtî di greva birçîbûnê de ne hat amadekirin de, hat diyarkirin ku rewşa çalakgerên koma destpêkê xerab dibe û pirsgirêkên mîna xewê, çûyîna dewxê, xwînbûna roviyan û tarîbûna çavan derketiye. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Şirnexê (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Navenda Referansê ya Cizîrê, Odeya Tabîban a Şirnxexê (ŞTB), Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) têkildarî rewşa 3 jê jin 22 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û binpêkirina mafan, raporake tespîtê amade kirin û bi raya giştî re parve kirin.     Di rapora ku ji 4 rûpelan pêk tê de, cih ji nameyên ku ji aliyê çalakgeran ve hatine şandin û hevdîtinên bi dozgerê girtîgehê, midurê girtîgehê û bi girtiyan re hatine kirin re hatiye veqetandin. Di destpêkê raporê de 13 nameyên ku ji aliyê çalakgeran ve ji ÎHD’ê re hatine şandin cih digirin.    GIRTÎ: EM DI BIN TECRÎDÊ DE NE   Di raporê de pirsgirêkên ku di nameyên ji aliyên girtiyan ve hatine şandin de cih digirin , wiha tên rêzkirin;   “* Mafên me yê aktîvîteyan ên heftê 10 saet ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye sînorkirin. Em nikarin bi hevalên xwe yên li kagûşên din re deqeyek jî biaxivin. Bi vî awayî em di odeyên xwe de hatine tecrîdkirin.    * Tedawiya hevalên me yên nexweş îhmal dikin.   * Ji aliyê rêveberiyê ve radyo destan, ben, teşt û rûnivînên me yên ku em ji qantînê dikirin hatine desteserkirin.   *Aktîvîteyên mê yên mîna hobî, spor, atolye û karên destan hatine sînordarkirin.   * lêgerina li korîdor û maltayê bi awayekî dijmirovane pêk tê.   * cûdakariya alîgir û bêalî dikin nav hevalên me yên ku cezayê wan bi binî salekê ketiye û li dijî prensîba wekheviyê ya lîjneya çavdêriyê tevdigerin.    * Talîmata têkildarî aktîvîteyan a wezaretê ya bi dîroka 04/02/2019  û bi hejmara 66708689-204.0800-E 324/18980 ku li ser serlêdana me hat şandin pêk nayê.    HEVDÎNA DOZGER Û MIDURÊ GÎRTÎGEHÊ   Di berdewama raporê de cih ji hûrguliyên hevdîtinên ku bi dozgerê girtîgehê, midurê girtîgehê û bi girtiyan re hatine kirin re hatiye veqetandin. Di raporê de têkildarî hevdîtina dozger û midurê girtîgehê tê gotin ku rewşa li girtîgehê bi wan re hatiye parvekirin û hatiye xwestin ku pirsgirêkên li girtîgehê bên çareserkirin.    ROVIYÊN ÇALAKGERAN XWÎN DIBIN   Di beşa dawîn a raporê de jî cih ji hevdîtinên parêzeran ên ku bi girityan re hatiye kirin re hatiye veqetandin. Di hevdîtinan de hatiye ragihandin ku çalakgeran kîloyên xwe winda kirine, dewxa wan diçe, tansiyona wan dikeve, pirsgirêka xewê dijîn, dilê wan li hev dikeve, roviyên wan xwîn dibin û çavên wan tarî dibin. Di berdewamê de jî tê diyarkirin ku çalakgerên bi navê Agît, Bîlîk, Ebûbekîr Neng, Salih Kûtlûk û Hakan Petekkya ku di navbera 16 û 31’ê çileyê de ketine grevê rewşa wan a tenduristiyê xerab bûye.   DAXWAZA ÇARESERKIRINÊ   Her wiha tê ragihandin ku di hevdîtina 1’ê Gulanê de ji ber çalakiyeke ku li dar xistine, girtî rastî provekasyoneke gardiyanan hatine û têkildarî 8 girtiyan lêpirsîna dîsîplînê hatiye vekirin. Ji ber vê yekê ji 1’ê Gulanê ve kîlo, tansîyon û şekirên çalakgeran nayên girtin. Dîsa tê gotin ku daxwaza guhertina kogûş û girtîgeh a girtiyan nayê qebûlkirin û di sewqên nexweşxaneyê de pirsgirêk dertên. Di dawiya raporê de tê xwestin ku bêyî ku paşde bên xistin hemû pirsgirêk bên çareserkirin.