‘Em ji zarokên xwe û ji Ocalan qut nabin’ 2019-05-15 09:49:59   MÊRSÎN - Dayika Muslum Şahîn ê li Girtîgeha Şakranê 76 rojin di greva birçîbûnê deye Acîle Şahîn, diyar kir ku weke dayikan dilê wan hem ji bo zarokên wan û hem jî ji bo Ocalan ê di tecrîdê deye dişewite û got: “Em ji zarokên xwe û ji Ocalan qut nabin."   Muslum Şahîn ê 40 salî li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê ev 76 rojin li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye. Şahîn, li navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji ber ku di sala 2009’an de dersa zimanê Kurdî dida hat binçavkirin û girtin. Bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 15 sal cezayê girtîgehê li Şahîn hat birîn. Şahîn ê di girtîgehên Tîpa E ya Mêrdîn û Tîpa T a Şakranê de ma, dê di mehên pêş de cezayê wî biqediya û bihat berdan. Lê ji ber ku Şahîn ket greva birçîbûnê, înfaza wî hat şewitandin û dê 5 salên din jî li girtîgehê bimîne.     'SERKETIN DÊ YA WE BE’   Dayika Muslum Şahîn Acîle Şahîn a ji ber pirsgirêkên aborî nikare biçe hevdîtina kurê xwe, diyar kir ku kurê wê du caran li girtîgehê hatiye ameliyatkirin û nexweşe. Dayik Şahin, bal kişand ser çalakiyên derve û wiha axivî: “Ji ber ku ez nikarim zaroka xwe ya astengdar bi tenê li malê bi hêlim, ez nikarim derkevin qadan û dengê kurê xwe û girtiyan bidim bîhistin. Herî dawî ez meha Nîsanê çûm hevdîtina kurê xwe. Pir kîlo daye. Dema ez çûm hevdîtinê min ji re got ‘dest ji greva birçîbûnê berde, tu nexweşî.’ Wî jî ji min re got; ‘Na, ezê bernedim. Ger em ji birçîna re bimirin jî, heya ku tecrîd ranebe, emê çalakiya xwe dewam bikin. Ger mirin jî hebe, emê çalakiya xwe bidomînin. Bila hûn bi me serbilind bin.’ Piştî vê gotina wî min dirûşmeaya ‘Bila serkeftin a we be’ berz kir.    ‘EM JI OCALAN QUT NABIN’   Dayik Şahîn, da zanîn ku weke gelê Kurd bi salane dixwazin ku tecrîda rabe û wiha bilêv kir: “Dilê me hem ji bo zarokên me û hem jî ji bo Ocalan ê di tecrîdê deye, dişewite. Em ji zarokên xwe û jî ji Ocalan qut nabin.”   Şahîn di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Emê heya dawiyê piştgiriyê bidin zarokên xwe. Bila tecrîd rabe. Grevên birçîbûnê bi dawî bibin û aştî pêk were. Em dibêjin êdî bese.”