Li Girtîgeha Xarpêtê şekir û ava fêkiyan nadin çalakgeran 2019-05-15 09:09:43 DÎLOK – Remziye Karadag ku li Girtîgeha Xarpêtê 76 roj in di greva birçîbûnê de ye, ragihand ku şekir û ava fêkiyan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û zexîreyên didin girtiyên din jî di dema avêtina ser qawîşan de dirijînin erdê.    Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, Remziye Karadag ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye. Bavê wê Salîh Karadag, piştî 4 mehên qedexekirina hevdîtinê keça xwe dît. Bav Karadag, destnîşan kir ku keça wê gotiye şekir û ava fêkiyan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û zexîreyên didin girtiyên din jî di dema avêtina ser qawîşan de dirijînin erdê.    Karadag, bilêv kir ku keça wî zihîf bûye, ber çavê wê tarî dibin. Karadag, destnîşan kir ku şert û mercên girtîgehê pir xirab in û got: "Keça min got, berê ew di qawîşeke 25 kesan de diman lê belê piştî dest bi greva birçîbûnê kirine wan xistine qawîşên 4 kesî. Ji bo zêde tahdê li wan bikin wan xistine odeyên biçûk. 2 sal in keça min sirgûnê Xarpêtê hatiye kirin. Her ku diçim girtîgehê tim pêxwas tê. Dibêje kardiyan heta li gorên wan jî dinerin û ew jî ji bo bertek nîşanî vê pêkanînê bide wisa tê. Girtî bi pêkanînên der mirovahiyî re rû bi rû dimînin."    PÊXWAS TÊ CIHÊ HEVDÎTINÊ    Karadag, destnîşan kir ku ew dixwazin hikûmet meseleya grevên birçîbûnê hel bike û got: "Berî cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derkevin, berî em zêde biêşin divê guh bidin daxwaza girtiyan. Dilê me diêşe. Zarokên me perçeyek ji me ne. Ne tenê keça min, hemû girtiyên di greva birçîbûnê de zarkên me ne. Derûniya me xirab bûye. Her roj em li ber televîzyonê ne. Êdî em ne xwarinê dixwin ne jî avê vedixwin. Ji bîra me naçin. Her ku ew halê wê yê pêxwas û birçî tê bîra min, dilê min perçe perçe dibe."    ‘ÊDÎ BES E'    Dayik Fîdan Karadg jî got: "Bila hikûmet dengê me bibihîse. Bila her kes dengê xwe bilind bike. Kes beleheq bedena xwe nade ber birçîbûnê. Daxwaza girtiyan daxwazeke mafdar e. Divê daxwaza wan bê qebûlkirin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Êdî bes e."