'76 roj in kurê min birçî ye, kezeba min dişewite' 2019-05-15 09:09:06 DÎLOK – Perîşan Akin ku kurê wê Bedrî Akin li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bi tena serê xwe di hucreyekê de ye di greva birçîbûnê de ye, got: "Ez dayik im. Tiliya kurê min biêşe, kezeba min dişewite. 76 roj in kurê min birçî ye. Hema hûn bifikirin em ez çi êşê dikişînim."  Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, Bedrî Akin ji 1'ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Perîşan Akin, diyar kir ku rewşa kurê wê nebaş e û ji ber berê nexweş bûye rewşa wî xirabtir bûye. Akin, bang li serkomar, hikûmet, parlementer û rêxistinên mafên mirovan kir û got, berî kes bimire divê her kes guh bide daxwaza girtiyan.    Akin, diyar kir ku ji ber nexweş e salek e nikare biçe girtîgehê, lê belê bi telefonê bi kurê xwe re diaxive. Akin, diyar kir ku kurê wê gotiye pir zihîf bûye û got: "76 roj in zarokên me di greva birçîbûnê de ne. Lê belê ne deng ji dewletê ne jî ji hikûmetê derdikeve. Bang li hikûmetê dikim; eger misilman bin, eger çenikeke jî wijdanê wan hebe divê di vê meha Remezanê de guh bidin daxwaza girtiyan. Berî kes bimire divê hikûmet tev bigere. Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven û Nasir Yagiz 6 meh in di greva birçîbûnê de ne. Hîn jî dewlet nabîne. Divê dewlet guh bide vî dengî. Eger hikûmet gavina navêje wê zarokên me di darbestan de ji me re bên şandin."    ‘DUA DIKIM'    Akin, destnîşan kir ku divê her kes ji bo zarokên wan gavina bavêjin û got: "Ez dayik im. Tiliya kurê min biêşe, kezeba min dişewite. 76 roj in kurê min birçî ye. Hema hûn bifikirin em ez çi êşê dikişînim. Bi şev xew bi çavê min nakeve. Wexta dikevim xew jî ji nişka ve hişyar dibim. Radibim destnimêj digirim û dua dikim. Ne diyar e ku wê zalim kengî çi bikin. Derûniya min xirab bûye. Dilê min diêşe. Divê em xwedî li daxwaza girtiyan derkevin. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe."