Di dîmenan de jî diyar e alîkariyê nadin birîndaran 2017-11-16 11:50:16 ENQERE - Di 10'ê Cotmehê de DAIŞ'ê li Enqereyê komkujî pêk anîbû, dîmenên nû yên MOBESE'yê hatin dîtin. Piştî komkujiyê 6 ambûlansên ku tên qadê, ruxmî hemû daxwazên welatiyan ambûlans alîkariya birîndaran nakin. DAIŞ'ê di 10'ê Cotmehê de li dijî Mîtînga Aştiyê ya li Enqereyê êrîş pêk anî bû û 102 kesan jiyana xwe ji dest dabû, bi sedan kes birîndar bûbûn. Miduryeta Tenduristiyê gotibû ku "Piştî 5 deqeyan ambûlans çûne cihê bûyerê", lê ev di qeydê GPS'ê de derew derket. Di qeydên nû yên MOBESE'yê de bi zelalî tê dîtin ku ambûlans alîkariya birîndaran nakin û daxuyaniyên wekî "ambûlansan birîndar dibirin" jî derew derketin.   100 METRE DÛRÊ QADÊ TEMAŞE KIRIN   Ajansa Mezopotamyayê (MA) xwe gihand qeydên nû yên MOBESE'yê. Dîmenên ku derûdora teqînê ya li Gara Trenê dide nîşan, ambûlansa ku ji bo mîtîngê hatiye peywirdarkirin, berî ku kortej çêbin, li nêzî Gençlik Parkı (Parka Ciwanan) radiweste. Dema saet tê 10.04'an 2 ambûlans qasî 100 metreyî li dûrê cihê komujî pêk tê disekinin. Piştî komkujiyê ambûlans ji cihên xwe naleqin û ji ber vê welatiyên li herêmê bertekên xwe didin nîşan. Li ser nerazîbûnên welatiyan ambûlans ber bi cihê teqînê ve tê ajotin, li cihê komkujî pêk hatiye vegereke "U" dike û beyî ku dest bavêje tu birîndarî li cihê bûyerê vediqete. Welatiyên li herêmê dixwazin ambûlansê rawestînin û birîndaran pê biherin, lê ambûlans bi lez û bez ji herêmê dûr dikeve.   HER DU AMBÛLANS JÎ BIRÎNDARAN RANAKIN   Dîmenên ku daxuyaniya Miduryeta Tenduristiyê derew derdixe, di saet 10.13'an de hatiye qeydkirin. saet di 10.13'an de ambûlansek ji aliyê Yenîmahalleyê tê cihê bûyerê û li ber Garê birîndarekî radike. Dîsa 2 ambûlansên ji aliyê Yenîmahalleyê saet di 10.16'an de tên, xwe digihînin cihê bûyerê. Lê ev her du ambûlans jî beyî ku dest bavêjin tu birîndarî, ji cihê teqînê vediqetin dîsa ber bi Yenîmahalleyê ve diçin.   PIŞTÎ 14 DEQEYAN DU BIRÎNDAR TÊN RAKIRIN   Sat di 10.18’an de, welatiyên ku alîkariya birîndaran dikin, polîsên hêza çevîk bi bombeyê gazê êrîşê welatîû birîndaran dikin. Di vê navberê de ji aliyê Gençlik Parkê ve ambûlansek tê. Li cihê ku ambûlans lê disekine, welatiyekî birîndar di nava pankartê de ye û vî birîndarî digihînin ambûlansê. Piştî 14 deqeyan tenê du birîndar li ambûlansê tên sîwarkirin.   AMBÛLANS TÊ HERÊMÊ LÊ RADIWESTE   Di navbera saet 10.18 û 10.26'an de qet ambûlansek jî nayê cihê bûyerê. Saet di 10.26'an de ji aliyê Sihhiyeyê ambûlansek tê lê ev ambûlans 3 deqeyan li cihê bûyerê disekine. Dîsa welatiyên ku alîkariya birîndaran dikin, ekîba tenduristiyê ya di ambûlansê de hişyar dikin, piştî 3 deqan dikeve cihê komkujî pêk hatiye û birîndarekî radike.   Ambûlans çima 3 deqeyan li qadê radiweste nayê zanîn, agahiyên ku piştî komujiyê di girtekan de hatine qeydkirin tê gotin ku li qadê gelek birîndar hebûne û lê tercîha wan kişandina cenazeyan bûye.   AMBÛLANS JI BI QEYDÊN GPS'Ê HATIN?   Di navbera saet 10.37 û 10.44'an de ji hêla Yenîmahalleyê 2 ambûlans tên, saet di 10.42'yan de ji aliyê Sihhiyeyê ambûlansek tê lê bi tu awayî alîkariya birîndaran nakin û ji wir dûr dikevin. Her çendî di qeydê GPS'ê de hatibe gotin ku ambûlans çûne cihê bûyerê jî lê beyî ku birîndaran ji qadê rake ji wir veqetiya ne. Vê yekê jî pirsa "Gelo ev ambûlansên vala çûn û vala hatin, ji bo qeydê GPS'ê çûn cihê bûyerê?" di hiş de çêkir.    TOMA'YÊ RÊ GIRT Û NEHIŞT AMBÛLANS DERBAS BE   Dîsa saet di 10.44'an de ji hêla Sihhiyeyê ambûlansek tê û ji ber ku TOMA'yê rê girtiye nikare derbas bibe. Di dîmenan de tê dîtin ku piştî 4 deqeyan TOMA'a rê vedike û ambûlans derbasî qada ku birîndar lê ne. Saet di 10.48'an de ji hêla Sihhiyeyê û Gençlîk Parki ve li dû hev ambûlans tên. Li gorî qeydên GPS'ê jî 45 deqe piştî teqînê alîkarî ji bo birîndaran diçe.   MA / Bariş Boyraz