Dayikên li Meclîsê rûniştin bi Serokê Meclîsê Şentop re hevdîtin kirin 2019-05-14 19:38:52   ENQERE - Dayikên ji bo daxwaza zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de li meclîsê çalakiya rûniştinê li dar xistin bi Serokê Meclîsê Mustafa Şentop re hevdîtin kirin.    Dayikên ji bo daxwaza zarokên xwe yên girtî û li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene, li Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin, bi Seroke Meclîsê Mustafa Şentop re hevdîtin kirin. Dayikên ji Amed, Wan û Mêrdînê hatin Enqerê û beşdarî civîna koma HDP’ê ya heftane bûn, piştî civîna komê bi dawî bû, li salona civîna koma HDP’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikan xwest bi Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul re hevditin bikin. Dayikên ku li salona koma HDP'ê rûniştin û xwestin bi Wezîrê Dadê re hevditin bikin, daxwaza wan hat redkirin.    Li ser navê dayikan Nezahat Teke, Afiye Bîtmen û Havlet Oncu, bi Serokê Meclîsê Mustafa Şentop re hevdîtin kirin. Li gel dayikan parlamentera HDP'ê  û Wekîla Serokên Koma HDP'ê Fatma Kurtulan Serokê Meclîsê ziyaret kir. Dayikan daxwazên xwe bi Şentop re parve kirin.