Li gundên Farqînê qedexeya derve hat îlankirin 2017-11-16 11:48:38 AMED – Qeymeqamiya Farqînê bi hinceta operasyona leşkerî heye, li 12 gund û mezrayan “qedexeya derketina kolanan” îlan kir.  Qeymeqamiya Farqînê bi hinceta operasyona leşkerî heye, ji saet 06.00’an ê 16’ê mijdarê 2017’an li 12 gund û mezrayên navçeyê “qedexeye derketina kolanan” îlan kir. 12 gund û mezrayên qedexe lê hatine îlankirin ev in: Mala Elîkê, Dêrika Miqûrê, Tîrkevanka, Mistika, Mala Hirmo, Usluca, Bogazonu, Hecîçerkez, Xapa, Tarakli, Çatak û Kûrbeytê.    Li aliyê din jî hat zanîn ku li gundên Kanîspî, Hokanê, Siltêniyê û Bêzwanê ku di nav lîsteya qedexeyê de cih nagirin jî bi awayek fîlî qedexe lê hatiye îlankirin