Welatî Ozdemîr li Silêmaniyê dest bi rojiya mirinê kir 2019-05-14 18:26:30   SILÊMANÎ - Li Silêmaniyê welatî Merwan Memduh Ozdemir, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi rojiya mirinê kir.   Greva birçîbûnê ya li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin di roja 154'an bi biryardarî dewam dike. Li dijî tecrîd û bêdengiya Tirkiyeyê bi heman armancê li Komela Karkerên Mezopotamya li bajarê Silêmaniyê welatî Merwan Memduh Ozdemir yê ji Colemêrgê ye dest bi rojiya mirinê kir. Çalakger Merwan Memduh li ser armanca çalakiya xwe ya rojiya mirinê daxuyaniyek çapemeniyê da û got: "Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêber Ocalan dixwaze paşeroja gelê Kurd tarî bike. Rêber Apo ne rêberek ji rêzê ye. Bi salane ji bo azadiya gelê Kurd û bindestan têdikoşe. Rêberê gelekî ye. Dewleta Tirk bi tecrîdê êrîşê hemû gelê Kurd dike. Li dijî tecrîdê gelek têkoşîn tê kirin. Bi hezaran kes di greva birçîbûnê dene. Ez silavên xwe ji bo hemû çalakvanan dişînim. Ez jî li Silêmaniyê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan dest bi rojiya mirinê dikim. Heya em serkeftinê bidestbixin ezê çalakiya xwe rojiya mirinê berdewam bikim.”   Ozdemîr di dawiyê de balkêşa ser têkoşîn û qehremaniya gelê Başûrê Kurdistanê jî û got; “Gelê Başûr gelek qurbanî dane. Piştî têkoşînek mezin hinek mafên xwe bidestxistine. Îro me li Silêmaniyê vê çalakiyê despêkiriye, hêvîdarim rewşenbîr, hunermend û hemû xelkê Başûr piştgiriya çalakiyê bikin.”