Ji MNG Kargoyê daxuyanî 2019-05-14 17:31:54   ENQERE – MNG Kargoyê têkildarî peyama xwe ya “Şandiniya we teslîmî HDP PKK’ê hatiye kirin” ku ji bo kargoyek ji Êlihê ji Navenda Giştî ya HDP’ê re hatibû şandin re nivîsadibû, daxuyanî da. Şîrketa Kargoyê diyar kir ku têkildarî mijarê lêkolîn daye destpêkirin.   MNG Kargoyê li ser nûçeya Ajansa me ya ku têkildarî peyama wê ya “Şandiniya we teslîmî HDP PKK’ê hatiye kirin” ku ji bo karogeyek ji Êlihê ji Navenda Giştî ya HDP’ê re hatibû şandin re nivîsadibû, hatibû çêkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku peyam ji destê qasidan tê şandin û şablona amade ya peyamê bi guhertina naverokê ya qasid re taybet dibe û ev tişt hat gotin: “Xebatker ji pêkanînên xwe berpirsyar e, beriya ku di malperên nûçeyan de cih bigire jî me têkildarî pêvajoyê lêkolîn dabû destpêkirin.”   Metna daxuyaniyê ya Şîrketa MNG Kargoyê wiha ye;   Beriya çend rojan peyama agahdariyê ya têkildarî teslîmatê ku ji aliyê MNG Kargoyê ve ji mişterî re hatibû şandin, di medya civakî de cih girtibû.    Em weke MNG Kargo, li tevahiya Tirkiyeyê bi ekîbeke 10 hezarî pêk tê, xizmet didin. Ev peyamên ku têkildarî teslîmetê wan ji mişteriyên MNG Kargoyê re tên şandin, ji destê qasidan tên şandin û şablona amade ya peyamê, bi guhertina naverokê ya qasid re taybet dibe. Girêdayî vê yekê; xebatkar, ji pêkanînên xwe berpirsyar in.    Berî her tiştî; Em diyar dikin ku armanca sereke ya saziya me ya ku dayîna xizmeteke bi kalîteye ya her beşên tevahiya Tirkiyeyê ye, ne alîgirê tu nêrîneke siyasî ye.   Ji ber aciziya me ya ji vê rewşa ku derket holê, em dixwazin diyar bikin ku mijar beriya ku di malperên nûçeyan de cih bigire, me têkildarî pêvajoyê lêkolîn daye destpêkirin. Ji raya giştî re bi rêzdarî tê ragihandin.”