Dayik û bavê çalakgerê greva birçîbûnê rakirin nexweşxaneyê 2019-05-14 16:35:02 RIHA  - Dayik û bavê çalakgerê greva birçîbûnê Şahîn Gumuş ku ji 2’yê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye rakirina nexweşxaneyê. Sultan Gumuş diyar kir ku dapîr û bapîrê wê ji ber ku ber apê wê dikevin, nikarin xwarinê bixwin û nexweş ketine, wan rakirina nexweşxaneyê.  URFA – Bolu Cezaevi'nde 75 gündür açlık grevini sürdüren Şahin Gümüş'ün yaşlı annesi Zehra ile babası Nebi Gümüş, hastaneye kaldırıldı. Torunları Sultan Gümüş, dede ve ninesinin amcasına üzüldükleri için yemek yemediğini, güçsüz düşüp hastaneye kaldırıldığını söyledi.   Dayik û bavê çalakgerê greva birçîbûnê Şahîn Gumuş ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji 2’ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê di grevê de ye Zehra Gumuş û Nebî Gumuş, li navçeya Pirsûs a Rihayê rakirin nexweşxaneyê. Neviya wan Sultan Gumuş têkildarî mijarê diyar ku dapîr û bapîra wê demeke dirêj e xwarin naxwin û wiha got: “Apê min 75 roj in di greva birçînûnê de ye. Ji ber ku dapîr û bapîrê min li ber dikevin, ji kerba nexweş ketin.”   ‘JI KERBA XWARIN NAXWIN’   Nevî Gumuş destnîşan kir ku duh piştî tedawiya wan a li nexweşxaneyê dapîr û bapîra xwe biriye malê û ev tişt anî ziman: “Bapirê min 87 û dapîra min jî 85 salî ye. Ji ber ku temenê dapîr û bapîrê min gelek di pêş de çûye gelek nexweşînin wan hene. Ji ber ku di keribin xwarin naxwin. Me bi zorê xwarin bi wan dida xwarin. Pir hindik dixwarin. Ji ber ku temenê wan mezin e, nikarin biçin hevdîtinê jî. Hêvî dikin ev pêvajo gelek dirêj nebe û zûtir daxwazin çalakgeran bê qebûlkirin.”