Li Antalya di serdegirtinên malan de 2 endamên ESP'ê hatin binçavkirin 2019-05-14 14:49:26 ANTALYA - Li Antalya, di serdegirtinên malan ên serê sibê de 2 endamên ESP'ê hatin binçavkirin.   Polîsan di saetên serê sibê de li Antalyayê, bi ser malan de girtin. Polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê de, bi ser malan de girtin, endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Vedat Oguz û Azîz Ozdogan binçav kirin. Hat diyar kirin ku 2 ESP'iyên hatin binçavkirin, li Şaxa Siyasî ya Midûriyeta Polîsan tê girtin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin.  Hat destnîşan kirin ku dozger derbarê 2 ESP'iyan de biryara dirêjkirina binçavkirina 4 rojên din daye.