‘Pêwîstiyên girtiyên di grevê de nayên pêşwazîkirin’ 2019-05-14 13:52:13 AMED – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn nedayîna şekir, xwê, dew û vîtamîna B1 a girtiyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn têkildarî nedayîna şekir, xwê, dew û vîtamîna B1 a 2 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne, pêşniyaz pirsek da Serokatiya Meclisê.    Tosûn di pêşniyaz pirsa xwe de destnîşan kir ku bi malbata girtiya bi navê Sariye Taşkesen ku ji 26’ê Kanûna 2018’an ve û Leyla Uyanik ku ji 1’ê Adarê ve di grevê de ne re hevdîtinan kiriye û malbatan jê re ragihandiye ku rêveberiya girtîgehê şekir, xwê, dew û vîtamîna B1 nade zarokên wan û destûr nade ku zarokên wan kincên xwe bişon.    Tosûn têkildarî mijarê van pirsan ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir;    *Rast e ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê pêwistiyên şekir, xwê, dew û vîtamîna B1 ên girtiyên ku di grevê de ne nayên bersivandin? Heke rast be sedema vê yekê çî ye?   *Angaşta ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi awayekî rêk û pêk xwarinê, nadin refaqetçiyên girtiyên di grevê de, rast e?   *Ji bo daxwazên girtiyan bên bersivandin, dê wezareta we bikeve nav hewldanekê?