Banga boykotkirina MNG Kargoyê hat kirin 2019-05-14 13:24:27 ENQERE - Li dijî peyama ‘Şandiniya we teslîmî HDP PKK’ê hatiye kirin’ a MNG Kargoyê ku ji bo kargoyek ku ji Êlihê ji Navenda Giştî ya HDP’ê re hatibû şandin, di medaya civakî de banga boykotkirinê hat destpêkirin.   Li ser nûçeya me ya têkildarî MNG Kargoyê ji bo HDP’iyek ku ji Êlihê ji Navenda Giştî ya HDP’ê re kargoyek şandibû, peyama‘Şandiniya we teslîmî HDP PKK’ê hatiye kirin’ şand, li ser Twîtterê bi ser navê #MGNboykot kampanya hat destpêkirin.   Ji aliyê gelek hesaban ve hesabê MNG Kargoyê het etîketkirin û banga boykotê tê kirin. Çend parvekirin wiha ne;   @avrasyaanket: Piştî peyama ‘Şandiniya we teslîmî HDP PKK’ê hatiye kirin’ pêwîst bike ezê bi wesayîta bibim û bi vana re naxebitim, Kargoyên ku ji vana werîn jî eznagirim. #MNGboykot   @velisacilik: Heke HDP dest bi boykotkirina MNG’ê bike, di nav mehekê de pirî şaxên wê dê bên girtin. #MNGboykot   @burayamalinecek: We zehmetî nedîta dê Mûrat Karayilan bihata teslîm bigirta. #MNGboykot   @umitkaradumann: #MNGboykot @mngkargo Wê ji we nepirsin heke PKK be hûn çima teslîmatê dikin? Teslîmata we ya PKK’ê jî heye!!Di xizmetê de hûn sînoran nas nakin…Ji niha şûn ve kargoyên hatin-çûn tunene.   @ppulat: #MNGboykot ji niha şûn ve bi tu sazî û dezgeheke faşîst re êdî qurişek danûstandinê nakim.   @Jalalhaddad: Hin hevalên di muhalefetê de ku vê rewşê pêkenok dibînin gelo zanin ku dê çend meh şûn de ji wan re jî terorîst bê gotin? #MNGboykot   ÇI BÛBÛ?    Endamê Meclisa Şaredariya Êlihê yê HDP’ê Reşat Akinci ku di Hilbijartina 31’ê Adarê de hat hilbijartin û bi hinceta ku KHK’î bû YSK’ê mazbataya wî nedeyê, ji bo ku serî li Dadgeha Makeqaûnê bide,  beriya hefteyekê ewraqên xwe bi MGN Kargoyê şandibû Navenda Giştî ya HDP’ê. Di pêvajoya ku ewraqên Akinci digihîjin navenda HDP’ê, MNG Kargo ji Akinci re 3 caran peyam dişîne. Di peyama herî dawîn ku ji Akinci re tê şandin de bi awayekî sosret ev tişt tê nivîsandin: “Şandiya we di 06/05/2019’an de ji aliyê şaxa me ya ESAT’ê ve teslîmî HDP PKK’ê hatiye kirin.”