Hevşaredara Qelqeliyê Bagci hat berdan 2017-11-16 10:48:07 WAN – Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci û xwişka wê Gulîstan Bagci Gazîogullari hatin berdan.  Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û xwişka wê Gulîstan Bagci Gazîogullari duh serê sibê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên binçavkirinê xelas bû û îfadeya Bagci û Gazîogullari hat girtin serbest hatin berdan.    Kar û barê binçavkirina 11 kesên li Wan û navçeyên wê duh serê sibê hatibûn binçavkirin jî didome.