Pena Kurd Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir 2019-05-14 12:15:08 AMED – Endamên Lîjneya Rêveberiya Pena Kurd serdana Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizraklî kir.    Endamên Lîjneya Rêveberiya Pena Kurd çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê  û Hevşaredar Selçûk Mizraklî ziyaret kirin. Di serdanê de li ser navê lîjneyê Hevserokê Pena Kurd Osman Ozçelîk axivî û diyar kir ku nêzî 350 endamên wan ên ku bi hemû zaravayên kurdî xebat dimeşînin hene. Ozçelîk destnîşan kir ku xebatên Pena Kurd dimeşîne bi awayekî micin ji aliyê Pena Navneteweyî ve tên şopandin û ev tişt anî ziman. “Em bêyî ku fikrên wan ên siyasî binêrin, endamtiya hemû nivîskarên ku li ser wêjeya kurdî xebat dimeşînin qebûl dikin. Di demeke nêz de em ê kongreya xwe ya dehemîn pêk bînin.”   Hevşaredar Mizrakli sipasiya mêvanê xwe kir û serkeftinê ji xebatên Pena Kurd ên ku ji niha şûn ve bên kirin re xwest.    Endamên Lîjneya Rêveberiya Pena Kurd hin pirtûk diyarî Mizrakli kirin.