Nurcan a 3 salî ev 2 rojin windaye 2019-05-14 12:14:37 QERS - Zaroka 3 salî Nurcan Sade ya berî 2 rojin li navçeya Qamûşan winbû, ligel hemû xebatên lêgerînê nehat dîtin.   Li gundê Ortakoy a navçeya Qamûşan a Qersê, ev 2 rojin zaroka 3 salî Nûrcan Sade widaye û tu agahî jê nayên girtin. Xebatên lêgerîna Nurcan a li derdora gund, îro jî bi tevlîbûna Ekîbên Rizgarkirinê ya Medîkal a Neteweyî (UMKE) derdewam dikin. Xebat herî zêde li derdora robarê di ber mala malbata Nurcan re derbas dibe tên kirin û gundî jî li her derê li Nûrcana biçûk digerin. Bendewariya malbat û gundiyan dewam dike.