Dadgehê doza Rojnameger Fatîh Polat taloq kir 2019-05-14 12:03:48 STENBOL - 2'emîn danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat ku ji ber li ser Belgeyên Malta nivîs di quncikê xwe de nivîsî, doz lê hatibû vekirin berdewam kir.    2'emîn danişîna doza Gerînendeyê Giştî yê Weşana Evrenselê Fatih Polat li 31'emîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Bakirkoyê hat dîtin. Polat, bi hinceta mijara Belgeyên Malta di quncikê xwe yê rojnayeyê de nivîsî bi îdîaya "Heqaret li Erdogna kiriye" doz lê hatibu vekirin. Polat û parêzerê xwe Devrim Avcı û Mustafa Sogutlu amade bûn. Serokê TGS'ê Gokhan Durmuş, Nûnerê Rojnamegerên Sînorneras (RSF) ê Tirkiye Erol Onderoglu û gelek kesên din jî amade bûn. Piştî parastinê heyetê doz taloqî 17'ê Îlonê kir.