Rêxistinên civakî 301 karker bibîr anîn: Edalet di bin hezazê de ma 2019-05-14 11:52:41 AMED -  Nûnerên sendîka û odeyên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, bi minasebeta salvegera komkujiya Somayê ku 301 karkeran jiyana xwe ji dest dan daxuyanî dan û karkerên Somayê bi bîr anîn. Nûnerên sendika û odeyan diyar kirin ku bi vê komkujiyê edalet di bin hezazê de maye.   Sendîka û odeyên girêdayî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB yên Amede bi daxuyaniyekê 301 karkerên di 13 Gulana 2014’an li Somayê di hezazê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn. Sendîka û odeyan di daxuyaniyê de diyar kirin ku karker ketin goran, lê berpirsyar li derve digerin û wiha cih dan daxuyaniyê: "Can Gurkanê ji mirina karkeran berpirsyar hefteya borî ji hat berdan. Di vê pergala ku keda karkeran erzan dibîne de mirovahî careke din di bin hezazê de ma. Ev hezaz berhema rêveberên dewletê ye. Hezazeke polîtîk, aborî û sincî ye. Li welatê me têkçûna hûqûqê bi doza Somayê careke din rûda. Digotin piştî komkujiya Somayê tu tişt wek berê nabe. Lê em dibînin tiştek nehat guhertin û her tişt wekî berê ye. Ji ber vê hişmendiyê Tirkiye bûye welatê herî zêde karker lê tên kuştin. Komkujiya Somayê ji bîr nekirin û nedin ji bîr kirin peywira me hemûyane. Em ê hesaba Somayê bipirsin. Em ê jiyaneke ku wek mirova xweş bijîn helbet bibinin.”