Ji bo ‘rewşa perwerdê’ ya dayikên hatin binçavkirin weke ‘nezan’ li girtekan nivîsandin 2019-05-14 11:46:15 STENBOL - Derket holê ku polîsan ji bo 3 dayikên xwendin û nivîsandina wan tune, yên ji bo balêbikişînin ser grevên birçîbûn û rojiya mirinê li Stenbolê hatin binçavkirin, weke “nezan” di girtekan de nivîsandin.  41 kesên xwestin balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên dewam dikin, roja Pencşem û Înê li Sûka Misir û li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê beşdarî çalakiyan bûn û bi nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Îrfan Tuncçelîk, rojnameger Zeynep Kûray û endama OHD’ê Parêzer Arzû Kayaoglû re hatibûn binçavkirin. 41 kes duh îfade dan dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin. 40 kes bi şartê kontrola edlî hatin berdan û ji rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Haci Ogiş jî bi hinceta parvekirinên medya civakê hat girtin.     Derket holê ku di girtekên îfadeyên dayikan dibin çavan de dabûn midûriyeta polîsan de, li şûna “Xwendin û nivîsandina wê tuneye” peyva “Nezan” hatiye nivîsandin. Di kar û barê îfade dayînê de parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) amade bûne û polîsan ji bo 3 dayikên xwendin û nivîsandina wan tune, weke “nezan” di girtekan de nivîsandine.   Parêzeran diyar kirin ku ji ber ku bala wan li ser îfadeyan bû, ev beşa girtekê li çavên wan neketiye û ewê derbarê mijarê de serlêdana sûc bikin.    MA / Metîn Yoksu