Di mehekê de 18 cenaze hatin dîtin 2019-05-14 11:27:12 WAN - Li ser sînorê di navbera Elbak û Îranê de di nava mehekê de 18 cenazeyên ku tê gotin ên penaberan e, hatin dîtin.   Li navçeya Elbak a Wanê di nava mehekê de li ser sînorê di navbera navçe û Îranê de 18 cenaze hatin dîtin. Li nêzî taxa Qaşqol a li ser sînor di 10’ê Nîsanê de 2 cenaze, di 12’ê Nîsanê de 6 cenaze, di 13’ê Nîsanê de 9 cenaze û di 14’ê Nîsanê de jî cenazeyek hatin dîtin.    Cenazeyên ku piştî helandina berfê derketin holê, tê payîn yên penaberên ku xwestine mehên zivistanê sînor derbas bikinine. Cenazeyên ku destpêkê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê paşê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.