‘Ji salên 1990’î ve min tiştekî wiha nedît’ 2019-05-14 11:13:16 AMED – Keyayê Taxa Karahasanê Hanîfî Gulen diyar kir ku 5 serdemên keya ye û ji salên 1990’î ve tiştekî wisa nedîtiye û wiha got: “Heke em sûcdar bin bila em bên cezakirin lê heke em ne sûcdar bin bila mafên me bidin me.”   Hefteya borî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve 11 keyayên ku di Hilbijartina 31’ê Adarê dehatibûn hilbijartin, ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Di nivîsa ku ji aliyê qeymamiya Licê ve ji keyayan re hatibû şandin de hatibû angaştkirin ku ji ber lêpirsînên derbarê wan de keya ji peywira xwe hatine girtin û qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin.    ‘JI BO REŞKIRINÊ YE’   Keyayên ku ji peywira xwe hatin girtin, li şûna ezayên wan karmendên navçeyê  wek qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Li gorî angaşta ku tê kirin heke eza tayînî şûna keyayan bihatina kirin dê piştî 6 mehan hilbijartinên her yazdeh taxan bihatina nû kirin û keyayên nû bihatine hilbijartin. Ji bo ku pêşî li vê yekê bê girtin li şûna ezayan karmendên navçeyê tayînî şûna keyayan hatine kirin. Keyayên ku mafê wan ê hilbijirînê hatiye desteserkirin diyar kir ku ji tu dozê nayên darizandin. Keyayan destnîşan kir ku sûcdariyên bûne mijara lêpirsînê jî tenê ji bo reşkirinê ne.    CÎGIRÊ QEYÛM TAYÎNÎ ŞÛNA WÎ HAT KIRIN   Keyayên 6 taxan sala borî jî ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywira xwe hatibûn girtin û qeyûm tayînî şûn wan hatibûn kirin. Keyayê Taxa Karahasanê Hanîfî Gulen ku ji yek keyayên ji peywira xwe hatiye girtin, kesekî balkêş tayînî şûn a wî hatiye kirin. Îsa Gonultaş ku beriya niha polis bûye û beriya niha wek cîgirê qeyûm tayînî Şaredariya Licê hatibû kirin, tayînî şûna Keya Gulen hatiye kirin. Gonultaş hê jî li Şaredariya Licê wek Alîkarê Şaredar dixebite û sala borî navê wî di bûyereke ferzkirina sîxurtiyê ya li karkerekî înşaatê de derbas bûbû.    Keya Gulen ku sala borî jî ji peywira xwe hatibû girtin û herî dawî di 31’ê Adarê de careke din hatibû hilbijartin diyar kir ku di sala 2017’an de derbarê wî de bi hinceta ku ‘Piştgiriya rêxistinê kiriye’ doz li hatiye vekirin û di 7’ê Gulanê de ji dozê beraet kiriye. Gulen ku rojek piştî beraetkirina xwe ji peywira xwe hat girtin da zanîn ku ji tu dozê nayê darizandin û ji doza sala 2017’an jî tenê 3 rojan di bin çavan de maye û hatiye berda. Gulen destnîşan kir ku pêkanîna li dijî wan bêhiqûqî ye û ev tişt anî ziman: “Heke em sûcdar bin bila em bên cezakirin lê heke em ne sûcdar bin bila mafên me bidin me. Min salên 1990’î de jî keyatî kir lê min tiştekî wiha nedît.”   ‘BI ÇAVEKÎ DIN LI ME DINÊRIN’   Keyayê Taxa Kaliyê Çetîn Dîrîn ku wek Gulen 2 carin ji peywira xwe tê girtin û qeyûm tayînî şûna wî tê kirin jî diyar kir ku beriya niha jî bi hinceta ku ‘Piştgiriya rêxistinê kiriye’ doz li hatiye vekirin û ji peywira xwe hatiye girtin. Dîrîn got ku ew sûcdariyên li hemberî xwe qebûl nake û wiha pêde çû: “Heta niha min di çarçoveya lêpirsîna derbarê xwe de qet îfade nedaye. Bê sûc me ji peywirê girtin. Em vê yekê qebûl nakin. Bi çavekî din li me dinêrin. Ji ber ku em hatine mexdûrkirin dê heta dawiyê li mafên xwe bipirsin.”