‘Bila Wazareta Tenduristiyê hekîm û rêxistinên tenduristiyê bi hevre bixebitin' 2019-05-14 10:53:37 AMED – Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, redkirina daxwaza wan a "Bila heyeta serbixwe bê avakirin û tenduristiya çalakgerên di greva birçîbûnê de kontrol bike" rexne kir û xwest Wezareta Dadê, hekîm û rêxistinên tenduristiyê bi hevre biçin li girtîgehan lêkolîn bikin. Demîr xwest li şûna mirinê jiyan bi ser bikeve.    Li girtîgehên Tirkiye bi hezaran girtî li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne. 30 girtiyên siyasî bi heman armancê di rojiya mirinê de çalakiya xwe berdewam dike. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 188 roj in di greva birçîbûnê de ye. Koma yekem a rojiya mirinê 15 rojin di rojiyê de ye. Lê heta niha heyetek serbixwe ya biçin li girtîgehan tenduristiya girtiyan kontrol bike nehatiye avakirin. Odeya Tabiban xwestibû ku heyetek serbixwe ya ji hekîman pêk tê biçin girtîgehan. Lê wezareta dadê ev daxwaz red kiribû. Serokê Odeya  Tabîban a Amedê Mehmet Şerîf Demîr, têkildarî redkirina daxwaza wan a "Bila heyetek serbixwe bê avakirin û biçin li girtîgehan tenduristiya girtiyan kontrol bike" diyar kir ku divê Wezareta Dadê, Hekîm û Rêxistinên tenduristiyê bi hevre kar bikin.    Saziyên Amedê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyan Platforma Çavdêrî û Şopandina Grevên Birçîbûnê ava kiribûn. Platform dem bi dem daxuyaniyan dide. Têkildarî xebatên platformê Serokê Odeya Tabîban a Amedê Mehmet Şerif Demir, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê nikare bi tena serê xwe pêdiviyên girtiyan bibersivîne û û wiha got: "Li Tirkiye û cîhanê der barê çalakiyen greva birçîbûnê de êdî zanîn û tecrûbeya hekîman heye. Niha nêzî 3 hezar girtî di greva birçîbûnê de ne. 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Em li dijî hemû tiştên ku zerarê bide jiyan û tenduristiya mirovan in. Divê hekîm û rêxistinên tenduristiyê li gorî Peymana Malta nêzî meseleyê bibin. Disa Danezana Yekîtiya Tabîbên Cîhanê her tiştî zelal tîne ziman. Heta niha me hemû xebatên der barê çalakiya  greva birçîbûnê û rojiya mirinê li gorî van peymanan pêk anîye."    'JI BO HEYETA SERBIXE BÊ AVAKIRIN SERLÊDAN HENE'    Demîr, destnîşan kir ku ji bo heyetên hekîman ên serbixwe bên avakirin û biçin li girtîgehan lêkolîn bikin serlêdan hene û  wiha lê zêde kir: “Me wekî Odeya Tabîban heyeta hekîmên serbixwe ava kir. Şopandina me didome. Em kontrola çalakgerên li derve berdewam dikin. Lê me xwest ev heyeta me li girtîgehan jî kontorl bike û me serî li revîrên girtîgehan dan. Ev daxwaza me ya ziyareta girtîgehan heta niha erênî nehatiye bersivandin. Me wekî Yekîtiya Tabîbên Tirk, Odeya Tabîban û Platforma Şopandin û Çavdêriya Çalakgiyên Grevê, ji bo vê daxwazê serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Wezareda Dadê û Wezareta Tenduristiyê da. Lê heta niha me bersîva erênî nestendiye. Me 2 caran serlêdan kir. Lê her du caran jî serlêdanên me red kirin. Niha Platforma Çavdêrî û Şopandina Çalakiyên Grevê bi rêya parêzer, malbatan agahiyan kom dike."    DIVÊ HEKÎMÊN SERBIXWE BIŞOPÎNE   Demîr, da zanîn ku li gorî Peymana Malta û Neteweyên Yekbûyî mafê hekîman heye ku heyetek serbkixwe ava bikin û biçin rewşa girtiyan bişopînin. Em ji Wezareta Tenduristiyê dixwazin ku heyetek serbixwe ya ji hekîm, rêxistinên tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê pêk têb ava bikin û em bi hevre xebatê bimeşînin. Kesên dikevin grevê ne ji bo mirinê, ji bo jiyanê dikevin grevê. Divê beri her tiştî vîtamîna B1 ji ser girtiyan kêm nekin. Dîsa divê xwê şekir û karbonatê ji ser girtiyan kêm nekin. Rojiyên mirinê me dixe nava fikaran. Ji bo van çalakiyên rojiya mirinê dem hindik e. Divê ne mirin, jiyan bi ser bikeve."    MA / Aydın Atay