Ji MNG Kargoyê peyameke sosret: Tiştê we şand teslîmî HDP PKK’ê bûye 2019-05-14 10:16:30 ENQERE – Ji aliyê MNG Kargoyê ve peyama ‘Tişta we şand teslîmî HDP PKK’ê bûye’ ji Endamê Meclisa Şaredariya Êlihê yê HDP’ê Reşat Akinci re hat şandin.    Endamê Meclisa Şaredariya Êlihê yê HDP’ê Reşat Akinci ku di Hilbijartina 31’ê Adarê de hat hilbijartin û bi hinceta ku KHK’î bû YSK’ê mazbataya wî nedeyê, ji bo ku serî li Dadgeha Makeqaûnê bide, ewraqên xwe bi MGN Kargoyê şand Navenda Giştî ya HDP’ê. Di pêvajoya ku ewraqên Akinci digihîjin navenda HDP’ê MNG Kargo ji Akinci re 3 caran peyam dişîne. Di peyama herî dawîn ku ji Akinci re tê şandin de bi awayekî sosret ev tişt tê nivîsandin: “Şandiya we di 06/05/2019’an de ji aliyê şaxa me ya ESAT’ê ve teslîmî HDP PKK’ê hatiye kirin.”    Akinci têkildarî mijarê destnîşan kir ku dema peyamê dîtiye ji xwe re sar bûye û wiha got: “Ji ber ku di rê de bûm û ber bi Enqerê ve dihatim, li Kargoyê negeriyam. Dema hatim navenda partiyê, mijarê bi Komîsyona Hiqûqê re parve kir.”   ‘BILA KARÊ XWE BIKIN’   Akinci diyar kir ku divê sedem û armca şîrketa kargoyê ya şandina vê peyamê bê lêpirsin û ev tişt anî ziman: “HDP partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ye. Ji milyonan deng digire. Lê ji ber ku her tim ji aliyê desthilatê ve tê îllegalîzekirin, hinek ji vê yekê ji xwe re kar derdixin.” Di berdewamê Akinci berteka xwe wiha anî ziman: “Nexwe ew jî weke desthilatê difikirin. Karê wan kişandina kargoyê û xizmeta gel. Karê wan ne ew e ku bi fikrên xwe yên siyasî tevbigerin û partiyeke siyasî tewanbar bikin.”   ‘LI GEL ISRARA ME JÎ LI ME VENEGERIYAN’   Akinci da zanîn ku piştî gerandina du rojan xwe gihandine Xizmeta Muşteriyan a Şaxa Esat’ê ya şîrketa kargoyê û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Kesê ku me li xizmeta mûşteriya xwe gihandinê angaşt kir ku haya wî ji mijarê tuneye û got ku midurên wan têkildarî mijareke bi heman rengî mijûl bûne û dê paşê li me vegerin. Paşê li gel daxwaza me ya hevdîtinê jî li me venegeriyan.”   Hat ragihandin ku Komîsyona Hiqûqê ya HDP bi mijarê re mijûl dibe û bi ditîna berpirsyarê peyamê re dê pêvajoya hiqûqî bide destpêkirin.     MA / Berivan Altan