Kesên li Esenyûrtê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2019-05-14 10:16:00   STENBOL - 18 kesên li Qada Esenyûrtê ji bo balê bikişînin ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê çalakiya nobetê pêk anîn û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    18 kesên li Qada Esenyûrt a Stenbolê ji bo balê bikişinîn ser rojiya mirinê û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li Îmraliyê dewam dikin, duh çalakiya nobetê li dar xistin û dûre hatin binçavkirin, hatin berdan.    Polîsan 18 kesên birin Miduriyeta Polîsan a Kiraç, piştî îfadeyên wan girtin, di saetên deriya şevê de serbest berda.