Çîroka ciwanê qeyûm ji kar avêt û bû sedam ku întîxar bike! 2019-05-14 10:07:14 ŞIRNEX - Recep Argan ê berî 4 salan li şûna bavê xwe yê nexweşê dûşekê li Şaredariya Elkê dest bi kar kir û piştî qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin, bi hinceta “peymana wî ne meya” bê kar hat hiştin û dûre întîxar kir, hîna nehatiye dîtin. Argan ligel bavê xwe yê nexweşê dûşekê, li 6 xwişk û birayên xwe yên pirsgirêkên wan ê derûnî heyîn û dayika xwe ya astengdar mêze dikir.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê, Recep Argan di 10’ê Gulanê de xwe avêt Çemê Xabûr û întîxar kir. Hîna Argan ê xwe avêt çem nehatiye dîtin. Xebatên lêgerîn û xelaskirina Argan ê li ser pira rêya gundê Sîneklî Meydan ligel hewldanên xizmên xwe yên îqna kirinê jî, avêt avê, berdewam dikin. Welatiyên 4 rojin di saetên serê sibê de li ber peravên avê kom dibin, bê navber xebatên lêgerînê heya şev berdewam dikin. Ekîbên saziyên fermî yên roja dest pê kê beşdarî xebatên lêgerînê bûn, ev 3 rojin di xebatên lêgerînê de cih nagirin.    BAVEKÊ NEXWEŞÊ DUŞEKÊ Û DAYIKEK ASTENGDAR…   Xizmên Argan ên derbarê bûyerê de me hevdîtin bi wan re kirin, diyar kirin ku ji ber pirsgirêkên aborî û bêkariyê întîxar kir. Li gorî agahiyan, Argan ê zewiciye û bavê zarokekê ye, berî 4 salan, li şûna bavê xwe yê nexweşê dûşekê li şaredariyê dest bi kar kir. Argan ê xwişkek û 6 birayên wî yên derûniya wan xerab heyîn, hewl dida bi mûceya ji şaredariyê digirt, malbat xwe xwedî bike. Karê Argan li ser ÎŞKÛR’ê nêzî 4 salan hat nû kirin. Berî demek kûrt dayika Argan ji serban dikeve û ji lingê xwe seqet dimîne. Ev yek jî barê Argan hîn girantir dike.    DI SERDEMA QEYÛM DE, JI KARÊ XWE YÊ BI SALAN HAT AVÊTIN    Argan ê barê wî her ku çû girantir bû, qeyûmê tayînê şaredariyê hat kirin, berî hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê bi hinceta “peymana wî ne me ya” ji kar derxist. Arganê ji ber rewşa aborî, nîqaş dinavbera wî û endamên malbat re derdikevin, piştî hilbijartina herêmî carek din ji bo bikeve kar, serî li şaredariyê dide, lê hemû hewldanên wî bê encam dimînin.