Ey xweşika şevê LEYL! 2019-05-14 09:19:39 AMED - Çalakgerê greva birçîbûnê Mehmet Çelîk ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Rihayê di grevê de ye, ji bo pêşenga greva birçîbûnê Leyla Guven helbestek nivîsand û ji malbata xwe re şand.  Çalakiya greva birçîbûnê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven beriya şeş mehan dest pê kir û li girtîgehan veguherî rojiya mirinê, bi biryardarî didome.    Li welat û derveyî welat bi sedan kes di vê berxwedanê de cih digirin û daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan dikin. Girtiyên li zindanan ku li dora daxwaza Guven bûn xelek û bi rojiya mirinê berxwedan derbasî asteke din kirin, bi peyamên xwe hêz û reng didin berxwedanê.   Girtiyê bi navê Mehmet Çelîk ku ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Rihayê di greva birçîbûnê de ye, ji bo pêşenga berxwadana greva birçîbûnê Leyla Guven bi ser navê “Xweşika Şevê Leyl” helbestek nivîsand û ji malbata xwe re şand. Çelîk, di helbesta xwe de qala pêvajoya berxwedana Guven dike û tesîra berxwedanê ya li ser xwe tîne ziman.    Çelîk, cezayê muebatê lê hatiye birîn û 25 sal in girtî ye. Ji ber salên xwe yên dûr û dirêj ên girtîgehê dest bi nivîsandinê kiriye û weke Nivîskar û Helbestvan Mem Farqînî tê nasin.    Helbesta çalakger Çelîk wiha ye;   XWEŞIKA ŞEVÊ LEYL!   Wek di nava bahoza çileyê de bim Qerisî xwîna min di rehên min de Dema ew navê te yê pîroz Ku ji du lehengan diyarî bû Ji aliyê dengek zîz olan da Di nav guhên min de Di şeva heştê mijdara Du hezar û hijdan de Wek bablîsokek bêwext destpêkiribe Di gerdûna kadizê de Serobino bû deryaya dilê min Ji bihîstina kelecana rêwîtiya te Dema ji nişka ve tu Wek bûka barana heft reng Xuya bûyî li esmana welatê min Ji kerba gulên erxuwanî Pelên xwe yên sor weşandin Li hember xweşikbûna ebrûyên te Elîf şerm kir ji xwe Ku ew destpêka hemû gotinana bû Ew esmana serbilind Bejna xwe tewand bû stûxwar Li hember dilnizmiya te Dema te lêborîna xwe dixwest Jibo ew qas dereng mayînê Zuhrereng kena te bû û diçirisî Di wan çavên te yên hingivîn de Ey xweşika şevê LEYL !... Li hember bişirîna te Roj di nav tarîtiyê de dima Şerhrezad di bim baskê te de Ji gotinek destanek wek Elîf leyle we leyle afirand Ez jî helbestvan im xwedê giravî Bi hevokan dilîzim bi roj û şev Bîst û çar saet Lê tu hevokên min tunin Jibo destana te binivîsim Ev sed û heftê û sê roj derbas bûn Di ser rabweriya te de Lê ez hêjî li hevokan digerim Wek gêja Min biborîne ey xoşewîsta xoşewîstan Dibe ku hevokên min têr nekiribin Jibo rastiya te bi cîhanê bidim nasîn Lê lêvên min hene dewsa wan  Û ji bo her roja ku derbas bûyî Ramûsanek datînim ser dilê te Û dibim yek ji wan şopdarên te Ku ev şêst roj in Ez jî ji bo serbilindî dimeşim Li pey te Wek heft hezar kesên din