Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em xwedî zarokên xwe derkevin 2019-05-14 09:08:36 DÎLOK - Dayika Mûhammed Kaygûsûz ê 75 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye û asta dîtina pir kêm bûye Zeynep Kaygûsûz, çalakiya kurê xwe nirxand û got: “Mirin be mirin, girtin be girtin. Canê me ji yê wan ne bi qîmetire. Divê em xwedî zarokên xwe derkevin.”  Dayika Mûhammed Kaygûsûz ê li Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê ji 1’ê Adarê ve ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê deye Zeynep Kaygûsûz, diyar kir ku pirsgirêka çavên kurê wê pir cidiye û wiha axivî: “Kurê min ji me re got di rojên derbas bûyî de rakirine nexweşxanê.”    ‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAXWAZÊN WAN’   Dayik Kaygûsûz, da zanî ku ji bo xemgîn nebe kurê wê jê re negotiye ku rakirine nexweşxanê û wiha dewam kir: “Din ava 74 rojina de 10 kîlo dan. Ev bêdengî hem zarokên me û hem jî me aciz dike. Ger sibe agahiya şehadeta zarokên me ji girtîgehan were, sûcê me jî di vir de heye. Îro Dîlok pir bêdenge. Divê hemû dayik rabin ser piyan. Li Dîlokê 72 girtî di greva birçîbûnê dene. Lazime ku em hemû malbat bibin yek û piştgiriyê bidin zarokên xwe. Ger em xwedî zarokên xwe dernekevin, dê kes xwedî zarokên me dernekevin. Ev zarok zarokên me hemûyane. Îro zarokên me li ger mirinê ne. Girtiyan mirin dane ber çavên xwe. Divê em jî xwedî wan derkevin.”   ‘JI BO PÊŞEROJA GEL DI GREVÊ DENE’   Kaygûsûz, banga hestiyariyê li raya giştî kir û di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: “Îro hemû kesan çav û guhên xwe girtine. Bila guh bidin wijdanê xwe. Ger îro zarokên me jiyana xwe ji dest bidin, êdî ew mafê me yê em rondikan jî bibarînin tuneye. Ji ber divê em xwedî wan derkevin. Dema ez çûm hevdîtina kurê xwe, min jê re got ‘Em deyndarê wene. Em xwedî çalakiya we dernakevin.’ Mirin be mirin, girtin be girtin. Canê me ji yê wan ne bi qîmetire. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim. Xwedî çalakiyên grevên birçîbûnê derkevin. Ew ne ji bo xwe û malbatên xwe, ji bo pêşeroja gel ketin greva birçîbûnê. Ev gel deyndarê wane.  Ji bo gelê Kurd ê mezlûm ketin greva birçîbûnê. Bila hemû kes tiştên ji destên wan tên bikin. Ji bo ku agahiya şehadeta zarokên me, ji girtîgehan dernekevê.”