Hempîşeyên Kozagaçli: Dixwazin muxalîfan bê parêzer bihêlin 2017-11-16 09:59:40 STENBOL - Parêzeran bertek nîşanî girtina Serokê Giştî yê ÇHD'ê ya bi KHK'ê hat girtin Selçûk Kozagalçi dan û gotin ku: "Dixwazin muxalîfan bê parêzer bihêlin." Zextên li dijî muxalîfan berdewam dikin, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) piştî bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) hat girtin, herî dawî Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli bi îdiaya "Endamê DHKP-C'ê ye" hat girtin. Di çarçoveya doza Kozagaçli de di 20'ê Îlonê de jî 15 parêzer hatibûn girtin. Kozagaçli di serî de parêzeriya doza Somayê, parêzeriya dozên Gezî, Ermenek, Pirsûs, Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça dikir. Hempîşeyên wî bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan.   'HEMÛ PIRS BERSIVAND’   Hevberdevkê Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) Prz. Serhat Çakmak diyar kir ku biryara girtinê li dijî hiqûqê ye û ev tişt got: "Kozagaçli diviya bû bihata girtin ji ber wê hat girtin. Li dozgeriyê û dadgeriyê hemû pirsên lê hatin kirin, bi berfirehî bersivand, lê hinceta girtinê ji ber îdiayên jê nehatine pirsîn e. Heke der barê van îdiayan de pirs jê bihatina kirin, dê bersiva wan jî bida. Ev xisûsa jî bi vekirî dide nîşan ku mafên hiqûqî hatine binpêkirin. Her kes xwedî wî mafî ye ku îdiayên der barê xwe de hîn bibe û li dijî van îdiayan xwe biparêze. Ev pêkanîna ku pergala hiqûqê li dijî yek jî hiqûqnasê herî girîng ê li Tirkiyeyê rewşa trajî ya hiqûqê dide nîşan."   'EM BI TÊKOŞÎNA WÎ RE NE'   Çakmak aşkera kir ku ew bi têkoşîna Kozagaçli re ne û dê di piştgiriyan de tu kêmasî dernekeve holê û wiha axivî: "Selçuk Kozagaçli yek jî hiqûqnasê herî girîng ê li Tirkiyeyê ye lê ji derveyê vî aliyê xwe, ji ber ku diket dozên hemû kesên hatine wêderkirin, karker, kesên hatine îşkencekirin, mazlûman, ji ber wê hin kes nerihet kir û ji ber wê hat girtin."   'MUXALÎFAN BÊ PARASTIN DIHÊLIN'   Endama OHP'ê Nuray Ozdogan destnîşan kir ku dê parêzer bikeve kijan dozê ew dê biryarê bide û wiha pê de çû: "Ev nabe mijara sûcdarkirinê. Kê dibe bila bibe, dema kîjan sûcek kir, ji CMK'ê parêzer ji bo îfadeya wan û dosyaya wan tê şandin. Ev mafekî qanûnî ye. Li cihekî ku CMK tayînan bike û li cihekî parêzer ji bo parastinê bikeve dozê, bi vê hincetê kes nayê giritn." Her wiha Ozdogan piştrast kir ku bi van girtinan aliyên muxalîf bê parastin tê hiştin.   'XWESTIN DENGÊ WÎ BIBIRIN'   Alîkare Serokê Giştî yê ÇHD'a bi KHK'ê hat girtin Prz. Munîp Ermîş jî da zanîn ji ber ku Kozagaçli endamê Buroya Hiqûqê ya Gel e hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji derveyê parêzeriyê, hûn kîjan karî bikin divê hûn bêjin. Tu bingeheke maddî ya biryara girtinê tune. Xwestin dengê wî bibirin."   Ermîş bal kişand ser nirxandinên dadgehê yên wekî "HHB avabûna rêxistina terorê ye" û ev tişt anî ziman: "Buroyek wekî avabûna rêxistinê nîşan kirin, tiştekî gelkî absurt e. Heke îdiayeke we hebe hûnê delîlên wê daynin holê. Buroya Hiqûqê ya Gel hêj vekirî ye û parêzer dixebitin. Saziyên darazê hêj vê buroyê muxatab digirin."   MA / Yasîn Kobulan