Li Girtîgeha Baybûrt’ê bi hincetên biçûk înfaza girtiyan dişewitînin 2019-05-14 09:01:49 EDENE – Ozlem Aydar a li Girtîgeha Baybûrtê, diyar kir ku girtî ceza dinava ceza dijîn û got: “Rayedarên girtîgehê bi hincetên biçûk înfazên girtiyan dişewitîne. Li girtîgehê 18 girtî di greva birçîbûnê dene û hevala me Fatma Yildirim êdî xwîn vedireşiya.”  Ozlem Aydar a di 8’ê Gulanê de ji Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê hat berdan, diyar kir ku girtî dibin zextên mezin dene û girtiyên ji 5’ê Çile ve, di greva birçîbûnê dene, êdî xwîn vedireşin. Aydar, da zanîn ku li girtîgehê 39 jin, bi giştî 43 girtiyên siyasî hene û wiha axivî: “Bi mehan em rastî ferzkirina hejmara li ser piyan dayîn hatin û tim lêpirsîna dîsîplînê derbarê me de vedikirin.”    'TIM LÊPIRSÎN VEDIKIRIN’   Aydar, anî ziman ku girtiyan li dijî hejmara li ser piyan tim li ber xwe dan û wiha  got: “Ji bo gelek girtiyan cezayê hevdîtina malbat û hucreyê hatine dayin. Hîna hin girtî ji ber cezayê hucrê, di hucreyan dene. Ji ber ku em stran digot û guvend digeran lêpirsîna dîsîplînê derbarê me de vedikirin.  Bi van hincetên biçûk înfaza girtiyan dişewitînin. Mîna vê ya herî biçûk hevala me Berîvan Çelîk bû. Ligel ku di viya bû, Çelik di 6’ê Kanûnê de bê berdan, lê hîna jî girtiye. Ji ber ku em di 1 û 27’ê Mijdarê de li baxçe guvend gerand, lêpirsîn derbarê me de hat vekirin. Ji ber Berîvan nexweş bû li qawîşê bû. Dîsan dayika Gurbet û keça wê Wesîle li gel ku ne  li wir jî bûn, înfaza wan hat şewitandin. Keça wê ya biçûk Arin jî bi wê re mexdûr bû.”    Aydar, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Rayedarên girtîgehê lêpirsîna vedikirin, kirine rêbazeke cezakirin û dixwestin bi van cezaya me tecrîd bikin. Em ceza dinava ceza de dijiya. Dîsan muayeneya bi kelepçe ferzî girtiyên nexweş dikin. Bi taybetî hevalên me yên diçûn bijîşkê diran rastî vê ferzkirinê dihatin. Hevalên me yên diviya bûn, bihatan derman kirin, ji ber vê ferzkirinê, tedawî ne dibûn.”   ‘DEST DANÎN SER PIRTÛKAN’   Aydar, da zanîn ku mafê wan ê civakî û qadan hevpar ji wan hatibû girtin û wiha bilêv kir: “Dest danîn ser pirtûkên me û 10 pirtûkên rayedarên girtîgehê guncaw didîtin didan me. Kincên me bi sînor kiribûn û ev pêkanîn dewam dike. Bi hincetên cuda nameyên me asteng dikirin. Ji ber gotinên grevên birçîbûnê û rengên di nameyan de, bi hinceta ‘ev şifrene’ derbarê me de lêpirsîn vedikirin. Tenê Rojnameya Cumhuriyetê didan me û rojnameyên din bi hinceta ‘li Baybûrtê’ tuneye ne didan me.”    ‘REWŞA WAN XIRABE’   Aydar, da zanîn ku li girtîgehê 18 girtî di greva birçîbûnê dene û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Derbarê 18 girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê vekirine. Rewşa hevala me Fatma Yildirim pir xerab bû. Êdî xwîn vedireşî. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de pir kîlo dane. Hevala me Sevgî li hemberî deng bi hesas bibû. Tim serê wê di êşiya. Dîsan pirsgirêkên roviyên hevala me Zeynep Topçû zêde bibûn. Girtiyan digotin ‘Heya ku tecrîda li ser Ocalan ranebe, ew ê çalakiya xwe dewam bikin. Bedel çi dibe bila, emê berxwedana xwe heya dawiyê bibin.”    MA / Hamdullah Kesen