ROJEVA 14'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-14 09:00:34 * Ozlem Aydar a li Girtîgeha Baybûrtê, diyar kir ku girtî ceza dinava ceza dijîn û got: “Rayedarên girtîgehê bi hincetên biçûk înfazên girtiyan dişewitîne. Li girtîgehê 18 girtî di greva birçîbûnê dene û hevala me Fatma Yildirim êdî xwîn vedireşiya.”  * Ligel ku 15 meh bi ser gotina Serokkomar Erdogan a “Dê qedexeyên zozanan rabin” re derbas bûn jî, hîna bi sadan zozan qedexe ne. Gundiyên ji Colemêrgê yên necar man ku ji ber qedexeyên zozanan, sewalên xwe bifiroşin, diyar kirin ku bila êdî zozan azad bin.    * Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefhan Cizîrî, bi minasebeta salvegera 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî diyar kir ku Kurdî di bin metirsiyê de ye û wiha got: "Her netew bi ziman dibe xwedî nasname. Ger ku hunermerd, nivîskar û rewşenbirên Kurd bi kurdî xizmetê neke fêdeya wî nagêje neteweya wî. Kodê gelê Kurd di zimanê wî de veşarî ye. Kesên bi kurdî nizanibin û têbikoşin têkoşîna wan wê li gorî dixwazin encam nestîne. "      * Parlementer Sezgîn Tanrikûlû, diyar kir ku ew bi binpêkirinên mafan ên salên 90’î derbas dikin re, rû bi rû ne û got: “Mûameleya li dijî dayikên li ber girtîgehan dixwazin çalakiya rûniştinê pêk bînin, zext, bi erdê re kaşkirin, mil şikand, dehf dan û bi awayekê bê wijdanî binçavkirin, di tu serdeman de nehatiye kirin.”   * Komeleya Lêkolînên Kurdî ku mamosteyên kurdî perwerde dike û li ser ziman lêkolîn dike, wê di 15'ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de sertîfika bide şagirtên xwe. Komele her sal di 15'ê Gulanê de sertifîka dide wê îsal sertîfîka bide 16 şagirtên xwe. Rêveberê Komeleyê Eyyup Subaşi, xwest li dijî bişaftina kurdî her kes di 15'ê Gulanê de li ziman xwedî derkevin.    * Dayika Mûhammed Kaygûsûz ê 75 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê deye û asta dîtina pir kêm bûye Zeynep Kaygûsûz, çalakiya kurê xwe nirxand û got: “Mirin be mirin, girtin be girtin. Canê me ji yê wan ne bi qîmetire. Divê em xwedî zarokên xwe derkevin.”    * Piştî barana zêde ya li herêmê bariya, şênkatiya herî dewlemend a Mezopotamyayê derket holê û xweza bi rengên gul û giya xemilî.   * Samuel Aubîn ê li atolyeya nivîsandina senaryo ya di çarçoveya Mîhrîcana Fîlm a FîlmAmedê de hat vekirin perwerdê dide, diyar kir ku belgefîlm paceya li rastiyan vedibe ye. Aubîn, anî ziman ku 3 projeyên ku di atolyeyê de bên hilbijartinê, dê li Êrîvanê ji çêkeran re bên bêşandan.    * Malbat û dayikên girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, dê li Girtîgeha Tîpa M a Gebze, Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tîpa L a Bakirkoy û Qada Esenyurtê ji bo piştevaniya zarokên xwe, çalakiyên xwe yên nobetê dewam bike. (12.00-19.00)   * Li Mêrdîn û Şirnexê, dê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de qert bên şandin. (14.00)   * Malbatên zarokên wan di greva birçîbûnê de, ji bo balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, dê li Parka Îsmet Înonu daxuyanî bidin çepemeniyê. (12.30)   * Dayikên girtiyan ji bo rakirina tecrîdê dê li Parka Zarokê Azad a Mêrsînê daxuyanî bide çapemeniyê. (15:00)