Li Geverê, di êrîşa li dijî baregeha eskerî de leşker mir 2019-05-13 22:15:44   COLEMÊRG - Li çoltera navçeya Gever a Colemêrgê, PKK'iyan êrîşî herêma baregeha eskerî kir û di êrîşê de leşker mir.    Li çoltera navçeya Gever a Colemêrgê, PKK'iyan êrîşî herêma baregeha leşkerî kir û di êrîşê de eskera mir. Waliyê Colemêrgê jî, derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand, êrîş û kuştina leşker pişt rast kir.   Hat diyar kirin ku li çoltera gundên Zere, Talane, Baze, Evîtûnûs û  Matec ên çiyayê Cîlo ya girêdayî navçeyê Geverê, operasyona berî 4 rojan dest pê kiribû, dewam dike.    Li gorî agahiyan, di operasyona bi piştgiriya balafirên F-16 û helîkopteran dewam dike de, şer didome.