Malbatên girtiyan dîsa di bin dorpêça polîsan de li dijî tecrîdê li qada Esenyurtê çalakiya rûniştinê li dar xistin 2019-05-13 21:42:44   STENBOL - Polîsan mudaxileyî çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên wan di rojiya mirinê û grevên birçîbûn dene, ya  li Qada Esenyûrt a Stenbolê kirin û 16 xizmên girtiyan binçav kirin.    Dayik û malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê dene, ji bo balê bikişînin ser çalakiya zarokên xwe, bi rojana bê navbera li Qada Esenyûrt a Stenbolê çalakiya xwe rûniştinê dewam dikin. Malbat îro jî li qadê kom bûn û çalakiya xwe li dar xistin.    Polîsên ku demek kin bi westayîtên TOMA û zirxî dor li dayikên ku li qadê dest bi çalakiya rûniştinê kirin girtin, nasnameyên dayikan di pergala Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) re derbas kirin.   Di dema kontrola GBT’ê de polîs bêyî ku hişyariyek bikin êrîşî dayikan kirin û 16 kes binçav kirin. Hat diyar kirin ku kesên hatin binçavkirin birin Amîriya Polîsan a Kiraç ê.