26 kesên îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan 2019-05-13 20:03:59   STENBOL - Ji 41 kesên di çalakiya ji bo grevên birçîbûn û rojiya mirinê hat lidarxistin de hatibûn binçavkirin, 26 kesên di nav de rojnameger Îrfan Tuncçelîk û Zeynep Kûray  heyîn, îfadeyên wan hatin girtin û berdan    38 xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de yên xwestin balê bikişînin ser roja mirinê û grevên birçîbûnê yên dewam dikin, roja Pencşem û Înê li Sûka Misir û li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê beşdarî çalakiyan bûn û bi nûçegihanê Ajansa Mezopotamya (MA) Îrfan Tuncçelîk, rojnameger Zeynep Kûray û endama OHD’ê Parêzer Arzû Kayaoglû re hatibûn binçavkirin. Ji 41 kesan, 26 kesên di nav de nûçegihanê me Îrfan Tuncçelîk û rojnameger Zeynep Kûray îro sewqî Edlya Çaglayan a Stenbolê hatin kirin. 26 kesên îfade dan dozger, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û her 26 kes bi şertê "kontrola edlî" hatin berdan.    Karê îfade dayina 15 kesên di nav de endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Arzû Kayaoglû dewan dikin.    Kesên hatin berdin, li ber deriyê edliyê bi dirûşmeya "Bi berxwedanê emê qezenc bikin" hatin pêşwazîkirin.