Şaredariya Yenîşehîrê 12 kesên ku qeyûm ‘nelirê’ girtibû kar, ji kar derxistin 2019-05-13 16:28:28   AMED – Şaredariya Yenîşehîrê 12 kesên ku qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê  Serdar Kartal di pêvajoya hilbijartinê de li gel ku pêwîstî tunebûye jî ew bi awayekî ‘nelirê’ girtibû kar, ji kar derxist.   Şaredariya Yenîşehîrê 12 kesên ku qeyûmê Şaredariya Yenîşehîrê Serdar Kartal di pêvajoya hilbijartinê de girtibû kar, ji kar derxist. Di encama lêkolînên ku ji aliyê rêveberiya nû ya şaredariyê ve hatin kirin de derket holê ku her dozde kes jî bi awayekî ‘nelirê’ hatine girtin û bi vê binasiyê ji kar hatin derxistin.   Rayedarên Şaredariyê ragihand ku kesên hatine girtin ji roja ku hatine girtin heta niha qet nehatine bînaya şaredariyê, lê mûçeyê wan hatiye razandin.