Dayik: Îro hûn deng nedin me, sibê kes deng nade we 2019-05-13 15:14:27 AMED - Dayikên ku zarokên wan li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe, di roja 13'emîn de li Parka Koşuyolu kom bûn û dengê xwe bilind kirin. Xwişka Şafî Kayıhan Sezen Kayıhan diyar kir ku yên îro dilê wan bi me neêşin sibê dilê wan bi yên din jî naêşîn û wiha got: "Ger îro hûn deng nedin me, sibê kes deng nade we jî."    Çalakiyên dayik û xizmên girtiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan roj bi roj li kolanan belav dibin û berdewam dikin. Tevî hemû zext û tundiya polîsan dayik ji bo piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe dadikevin kolanan û dimeşîn. Li Amedê jî dayikên ku zarokên wan li girtîgehan di greva biçîbûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya zarokên xwe ji 1'ê Gulanê de li qadan çalakiyan li dar dixin. Dayik îro 13 rojin tevî hemû mudaxaleyên polîsan li Parka Koşuyolu kom dibin û edaletê dixwazin. Dayikan îro dîsa li qada navbera Batikent û Parka Koşuyolu gihiştin hev û di bin dorpêça polîsan de meşiyan. Dayikan di bin dorpêça polîsan de bê navber dirûşmeya ‘Biji Berxwedana Zindanan’, ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin", ‘Leyla Guven rûmeta me ye", "Hezar silav ji hevrêyên me yên li zindanan li ber xwe didin" û "Heq, hiquq û edalet wê ji zindanê bê." berz kirin. Dayikên ku li vir kom bûn çalakiya rûniştinê li dar xistin.    'POLÎSAN DESTÛR NEDAN KU ROJNAMEGER DÎMEN BIKIŞÎNIN'   Polîsan li pêş rojnamegerên ku xwestin wêne û dîmenan bikişînin û nûçeyê bişopînin, bi TOMA û maşîneyên zirxî barîkat ava kirin û destûr netan ku rojnameger çalakiyê bişopînin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydeniz, bertek nîşanî vê rewşê da. Aydenîz bertek nîşanî polîsan da û got: "Hûn bi vî rengî trafîkê dixin xeteriyê. Piştî polîsan astengi derxist dayikan lîrandin û bi tilîliyan dawî li çalakiya rûniştinê anîn û meşiyan. Dayik bi dirûşme û tilîliyan barîkata polîsan derbas kir û derbarî pêş avahiya TUAYDER a Batikentê bûn. Dayikan demek dirêj li pêş komeleyê dirûşme berz kirin û li çepikan dan. Dayikan piştre li ber avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê.    EM ÇARESERIYÊ DIXWAZIN   Li ser navê dayikan îro xwişka Şafî Kayihan ê li Girtîgeha Wanê di Koma 2'emîn a Rojiya Mirinê de ye, Sezen Kayıhan daxuyanî da. Kayihan bang li her kesî kir ku deng bidin dengê çalakgerên di grevê de ye. Niha bertek nîşanî me didin û dibêjin 'Hûn li ber deriyê dijmin li çi dikegerin' Em li keseba xwe digerin. Em li vir li edalet û mirovahiyê digerin. Îro tecrîd li ser hemû Gelê Kurd heye. Îro dilê wan bi me naêşe. Sibê dilê wan bi we naêşe. Em ew qas roj in li kolanan in. Ma qey kes me nabihîze? Îro hûn li me xwedî dernekevin, sibê kes li we xwedî dernakeve. Em her roj li kolanan in. Em çareseriyê dixwazin. Bila ev tecrîd li ser gelê me rabe."    Daxuyanî bi drûşmeyan bi dawî bû.    LI LICEYÊ DAYIK 8 ROJIN LI QADAN IN   Bi heman armancê li navçeya Lice ya Amedê jî dayikên ku 8 rojin li qadan in, dîsa kom bûn û xwestin tecrîd bi dawî bibe û daxwazên zarokên wan pêk bê. Dayikên girtiyan 8 rojin li Licê saet di 13.00'an de bi heman armancê li Parka Demokrasiyê kom dibin û daxwazên xwe tînin ziman. îro jî li parkê rûniştin û bal kişandin ser daxwazên zarokên xwe. Dayikên ku iro bi Laçikên Spî hatin parkê bi çepik û dirûşmeyên "Biji berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" pêşwazî kirin. Dayikan diyar kirin ku heta daxwazên zarokên wan pêk bê wê li qadan çalakiyên xwe berdewam bikin.    Dayika Hasan Umut Guzel ê li Girtîgeha Tîpa T a Karabukê di grevê de ye, Necla Guzel, diyar kir ku li zindanan çalakî berdewam dike, lê piştgiriya cemaweriyê kêm e. Guzel, bang li hemû dayikan kir û xwest her kes tev li çalakiya wan bibe û piştgiriyê bidin çalakiya wan.    Çalakiya dayikan a rûniştinê piştî sê saetan bi dawî bû.