Ligel astengiyan jî li ber Girtîgeha Gebze rûniştin 2019-05-13 14:43:04 STENBOL - Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, ya li ber Girtîgeha Gebze ligel hemû astengiyên polîsan jî dewam kir.    Çalakiya nobetê ya malbatên girtiyên zarokên wan li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê dene, ya li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebze, di roja 35’emîn de dewam kir. Malbatên li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Gebze kom bûn, dûre li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi girtîgehê ve ketin rê. Dayik çawan gehiştin ber girtîgehê, polîsan pêşiya wan girtin. Malbatên ji wesayîtên xwe peya bûn, ligel hemû astengiyan jî, çalakiya rûniştinê li dar xistin.   ‘JI BO KU ZAROKÊN ME BIJÎN’   Polîsan ji malbatên heya demekê rûniştin re gotin ev çalakî qedexeye û ger rûniştin dewam bike, ewê mudaxile bikin. Dayikan jî ji polîsan re gotin: “Ji bo ku zarokên me bijîn em li vê derê ne.” Polîsan li ser vê heqaret li dayikan kirin û gotin: “Bila zarokên we nebûna terorîst û ne ketibana girtîgehan.” Dayikan bersiv dan polîsan û wiha hirsa xwe anîn ziman: “A rastîn hûn piştgiriyê didin terorîstan. Hûn bi xwe terorîstin.”   Malbat û sdayik, piştî çalakiya rûniştinê li wesayîtên xwe sîwar bûn û derbasî avahiya HDP’ê ya Gebzê bûn.